ROJANE
Hemû Nûçe
-
Cenevre-3 dîsa taloq bû
Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku danûstandinên Cenevre-3 heta 14'ê Adarê hatine taloqkirin. -
Ji FKÊ peyama 8'ê Adarê
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jİnên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û roj li hemû jinên berxwedêr, azadîxwz, jinên Kurd û bi taybetî li jinên Êzidî pîroz kir. -
70 wekîlên Iraqî: Divê li dij komkujiyên dewleta Tirk bê derketin
70 parlamenterên ji 12 partiyên cuda yên li Iraqê, komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve tên kirin şermezar kirin û bang li hikûmeta Iraqê, hêzên navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî kirin, ku helwestekê li dijî êrîşan nîşan bidin. -
Li Edene, Mersîn û Meletiyê 32 kes hatin binçavkirin
Li Edene, Mersîn û Meletiyê, xwendekar û rêveberên saziyan jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin. -
Ciwanên Elewî Meclîsa xwe ya NRW ava kirin
Ciwanên Elewî li Hagenê li hev civiyan û Meclîsa Ciwanan a NRW ava kirin. -
20 wekîlên Swêdî name ji Erdogan û Davûtoglû re şandin: Bes komkujiyan bikin
Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji bo êrîşên li Bakurê Kurdistanê biqedin û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin, hin hevdîtin kir. -
Ji KCD-E peyama 8'ê Adarê
KCD-E têkildarî 8'ê Adarê peyamek weşand û got, "Jinên Kurd ne tenê ji bo civaka Kurdistanê ji bo tevahiya jinên cîhanê bi roja pêşengiyê radibin." -
Ji şaredariya CHP'yî biryara hilweşandina çavkaniya debarê ya Mala Cem
Şaredarê Bayrakli Karabag, piştî ku di hilbijartinên serokatiya Mala Cem a Yamanlarê de namzetê wî winda kir, biryar da rêveberiya nû ceza bike. -
Kongreyên li Swêd û Awûstûryayê
Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê kongreyên xwe pêk anîn. kurdistaniyên li eyaleta Bregenz a Awûstûryayê dijîn jî, kongreya komunê lidar xistin. -
Ji bo Ajansa Nûçeyan a Cihanê qayim hat erkdarkirin
Di çarçoveya oparasyona dewleta Tirk a li hember Cemeatê de piştî Rojnameya Zamanê ji bo Ajansa Nûçeyan a Cihanê jî qayim hat erkdarkirin. -
Li Elmanya û Awûstûryayê aktivîteyên 8’ê Adarê berdewam dikin
Li bajarên Ewropa bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê aktivîteyên cuda û pîrozbahî berdewam dikin. -
Koordînasyona 'Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî' hat avakirin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Koordînasyona 'Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî' bi şîara 'Li hember şer û hilweşînê, em jiyanê bi hev re ava dikin' damezirand. -
Heyeta HDP’ê wê li Strasboûrg û Parîsê hevdîtinan pêk bîne
Heyeta HDP’ê li hember êrîşên qirker ên çeteyên AKP’ê li ser Kurdistanê didin meşandin, wê li Strasboûrg û Parîsê hevdîtinan pêk bîne. -
Davûtoglû li Brukselê hat şermezarkirin
Serokwezîrê Tirk Davûtoglû yê niha li Brukselê ye, ji ber komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin. -
Berxwedana xwerêveberiyê û 8'ê Adarê -Selahattîn Erdem
Jinên ku bi ciwanan re pêşengtiya berxwedana xwerêveberiyê dikin, îsal çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di 1'ê Adarê de li Silopiyayê dan destpêkirin. -
Meclîsa Mîdyatiyan dest bi seferberiya rêxistinbûyînê dike
Mîdyatiyan li bajarê Elmanya Bîelefeldê kongreya xwe ya duyemîn pêk anîn. -
Li Stockholmê çalakiya PJAK'ê ya ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê
Di xwepêşandanê de berxwedanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin. -
Şehîdên Bakur û Rojava li Stockholmê hatin bîranîn
Şehîdên şoreşê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê j ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bîranîn. -
Li Kaniya Xezalan AKP-DAIŞ'ê bi 7 mîlyon dolarî karê bazirganiyê kirin
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, di dema nîqaşên li ser budçeyê de asta têkiliyên aboriyê yên navbera hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê raxist pêş çavan û hejmarên vê îxracatê da. -
Greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re bi dawî bû
Li Brukselê, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Malên Gel, greva birçîbûnê ya bi şiyara "Dibe ku sibe dereng be, em destûrê nedin komkujiyên nû" bi dawî kirin. Grevê 2 rojan dewam kir. -
Îvana Hoffmann li ser gora xwe hat bîranîn
Şervana Elman a MLKP'ê Îvana Hoffmann a li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja 7'ê Adara 2015'an tevlî karwanê nemiran bû, li ser gora xwe hat bîranîn. -
Şehîdên Cizîrê hatin bîranîn
Ji bo şehîdên li Cizîrê ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, li bajarê Elmanya Freîbûrg û li bajarê Fransa Montpellîerê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin. -
Rewşa her du ciwanên ku polîsan li Edeneyê birîndar kirin giran e
Rewşa Beytûlah Savûcû û Serdar Arslan ê ku dema xwestin li Edeneyê terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bikin ji aliyê polîsan hatin birîndarkirin, giran e. -
Li Edeneyê polîsan 2 kes birîndar kirin
Li Edeneyê ciwanên ku terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto dikir, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Hat ragihadin ku di êrîşê de 2 ciwan hatin birîndarkirin. -
Peyama YPG: Komên çeteyan agirbest binpê kirin
Fermandariya YPG’ê ji saziya têkildarî agirbesta Sûriyeyê re nameyek şand û tê de diyar kir ku komên çeteyan li Helebê agirbest binpê kirine.