ROJANE
Hemû Nûçe
-
'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' wê li Kurdistanê nobedê bigirin
Ji 'Akademîsyenên ji bo Aştiyê' yên bûne hedefa AKP û Qesrê, koma Stenbolê têkildarî lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê li hemberî wan vekirî de, civîneke çapemeniyê pêk anîn. -
NAV-DEM'ê ji bo çalakiyên li Strasboûrg û Elmanyayê banga tevlîbûnê kir
NAV-DEM'ê, li hemberî êrîşên AKP'ê û bêdengiya Ewropayê, bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku tevlî çalakiya li Strasboûrgê û çalakiyên li Elmanyayê bên lidarxistin bibin. -
Heyeta Rojava li Luksembûrgê ye
Heyeta Rojava, li Luksembûrgê bi Wezîr Schmît re hevdîtin kir. -
Ji çalakgerên li Strasboûrgê bang
Çalakgerên nobeda li Strasboûrgê ji bo meş û mîtînga 12'ê Adarê roja Şemiyê banga tevlîbûnê kirin. -
1 jê pitik 5 penaberan jiyana xwe ji dest dan
Li navçeya Çanakkale Ayvacikê, ji ber binavbûna keştiyeke ji penaberên diçûn Girava Mîdîlî ya Yewnanîstanê, 1 jê pitik 5 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Gundogan: Radestkirina zarokên Sûrê ji bo wargehan, qirkirina Dêrsimê tîne bîra mirovan
Derhênera dokûmantera 'Keçên Winda yên Dêrsimê' Nezahat Gundogan diyar kir, ku radestkirina zarokên Sûrê bêyî xwesteka malbatan ji bo wargehan, qirkirina Dêrsimê tîne bîra mirovan û got, "Ev asîmîlasyon e." -
Wesayîta bombebarkirî li Başûrê Kurdistanê teqiya: 2 kesan jiyana xwe ji dest dan
Ekîba Îmhakirina Bombeyan a Asayîşa Silêmaniyê ya herêma Başûrê Kurdistanê, li rêya Kerkûk- Silêmanî dema hewl dan wesayîta bombebarkirî îmha bikin, wesayît teqiya, 2 wezîfedaran jiyana xwe ji dest dan, 2 birîndar in. -
Li Fransayê sed hezaran daketin kolanan
Li Fransayê li hember pêşnûme qanûna têkîldarî qanûna kar a hikûmeta sosyalîst, ji bilî greva giştî bi sed hezaran kes daketin kolanan. -
Belavkarê Azadiya Welat ê ku li Manîsayê hat binçavkirin hat girtin
Belavkarê Rojnameya Azadiya Welat Semîh Elîtaş ê ku li Manîsayê hat binçavkirin bi îdîaya “Propagandaya rêxistinê kirin” û “Rêxistin fînasekirinê” hat girtin. -
Li Parîsê çalakiya Edaletê
Kurdistanî û dostên wan ên ku li paytexta Parîs a Fransayê dijîn, bi daxwaza faîlên qetlîama ku di 9’ê Çileya 2013’ê pêk hatî diyar bibe, di nava çalakiyê de bûn. -
Kurd û dostên wan wê 12’ê Adarê dakevin kolanên Berlînê
Ji bo şermezarkirina qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê û xwedîderketina berxwedana gelê Kurd, wê li paytexta Berlîn a Elmanyayê meşek bê lidarxistin. Wê gelek organîzasyon pişgiriya meşê bikin. -
Parlamenterên PE li Strasboûrgê Konê Berxwedanê ziyaret kirin
Çalakiya li ber DMME û Konseya Ewropayê dewam dike. Parlamenterên Parlamentoya Ewropayê Konê Berxwedanê ziyaret kirin. -
Ji bo rojnamegerên girtî kampanya îmzeyan
Rêxistinên çapemeniyê yên ji bo 34 rojnamegerên li Tirkiyeyê girtî serbest bên berdan kampanya îmzeyan a navneteweyî dan destpêkirin. -
Partiya Çep: Hevpeyman Swêdê dike şirîkê sûcê Tirkiyeyê
Rêberê Partiya Çep a Swêdê Jonas Sjostedt ji rojnameya Sevenska Dagbladet a Swêdê re nirxandin kirin, li hember hevpeymana di navbera Tirkiye û Yekîtiya Ewropa bertekên tund nîşan da. -
Bazara penaberan: PE bertekên tund da hevpeymana bi Tirkiyeyê
Hevpeymana prensîb a têkîldarî pirsgirêka penaberan ku êvara Duşemê di navbera Yekîtiya Ewropa û Tirkiyeyê de pêk hatibû, li Parlamentoya Ewropayê rastî gotinên tund hat. -
4 komên siyasî yên PE: Em ji ber komkujiyan bi fikar in; em biçin Kurdistanê
4 komên siyasî yên Parlamenta Ewropayê (PE) xwestin biçin Kurdistan û Tirkiyeyê û ji bo alî li maseya muzakereyê vegerin banga hewldanan kirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Herî kêm 15 binçavî, 21 girtî
Li Stenbol, Wan, Şirnex, Edene, Semsûr û Sêrtê gelek kes hatin binçavkirin û girtin. -
HDP'ê li ser komkujiyên AKP'ê li Parlamenta Ewropayê civîna çapemeniyê pêk anî
Heyeta HDP'ê ya li Strasboûrgê ye, li Parlametna Ewropayê civîneke çapemeniyê lidar xist û bang li Ewropayê kir, ku li dijî komkujiyên ji aliyê AKP'ê ve tên kirin bikeve nava tevgerê. -
Fezlekeyên li hemberî HDP'yiyan li Meclîsê ne
Fezlekeyên li hemberî Demîrtaş, Yuksekdag, Irmak, Onder û Kurkçu hatin amadekirin, ji Serokatiya Meclîsê re hatin şandin. -
Li Sûriyeyê zêdeyî 250 hezar zarok dorpêçkirî ne!
Save the Chîldren a li 110 welatan aktîf e, roja Çarşemê raporek weşand û diyar kir, li Sûriyeyê herî kêm 250 hezar zarok di nava dorpêçiyeke mîna girtîgeha servekirî ye dijîn. -
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê jî di nav de 30 kes hatin binçavirin
Di operasyona li Îzmîrê de, Hevserokê HDP'ê yê Bajêr Cavît Ûgûr, rêveberên partiyê û hevserokên navçeyê jî di nav de zêdeyî 30 kes hatin binçavkirin. -
NY: Danûstandinên li Cenevreyê wê di 14'ê Adarê de destpê bikin
Berdevka Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Staffan de Mîstûra da xuyakirin, ku danûstandinên li Cenevreyê yên li ser rewşa Sûriyeyê, wê herî dereng di 14'ê Adarê de destpê bikin. -
Dewleta Tirk li Roûenê hat protestokirin
Li bajarê Roûen ê Fransayê bi armanca protestokirina êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk ên li Kurdistanê û bi boneya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar a Cîhanê çalakiyek hat lidarxistin. -
Olîvîer Clochard: Erdogan di qirîza koçberan de bi Qeddafî re heman lîstokê dilîze
Lêkolînvanê Fransî Olîvîer Clochard ê ji rojnameya “Lîbertê” ya bi zimanê Fransî li Cezayîrê weşan dike re axivî, diyar kir ku Erdogan di qirîza koçberan de bi Qeddafî re heman lîstokê dilîze. -
Li zanîngehên Îtalyayê waneyên konfederalîzm û jineolojiyê
Li gelek zanîngehên Îtalyayê waneyên konfederalîzma demokratîk, ekolojî û jineolojiyê tê dayîn. Bi sedan xwendekar û profesor beşdarî van waneyan dibin.