Operasyonên qirkirina siyasî: 2 girtî, 3 binçavî
Di çarçoveya operasyonên qirkirina siyasî de, ku bi fermana hikûmeta AKP'ê tên meşandin, binçavkirin û girtina mirovan dewam dikin.

Li navçeya Mûş Milazgirê, Hevserokê DBP'ê yê Navçeyê Ethem Keklîk ê pêr ji navçeyê diçû navenda bajêr di kontrola li ser rê de hatibû binçavkirin, hat girtin û ew şandin Girtîgeha Tîpa E ya Mûşê.
BEDLÎS
Li Bedlîsê, leşkerên Tirk avêtin ser gundê Hêrvês ê 20 kîlometre dûrî bajêr e û welatiyê bi navê Ayhan Koçyîgît binçav kirin. Koçyîgît birin Midûriyeta Emniyetê ya Bedlîsê.
RIHA
Li Rihayê Alaattîn Tuzel, Nergîs Okan û 2 kesên navên wan nehatin hînbûn ên di serdegirtinên duh de hatin binçavkirin, hînê li midûriyeta emniyetê tên ragirtin. Sedema binçavkirina wan nehat zanîn.
STENBOL
Roja Pêncşemê hat îdîakirin ku li otoparka Kampusa Bakur a Zanîngeha Bogazîçî ya Stenbolê wesayîteke bi guman hatiye dîtin. Têkildarî bûyerê polîsên Tirk li Stenbol û Amedê avêtin ser malan û 4 kes binçavkirin. Piştî lêpirsîna li Şaxê TEM a Midûriyeta Emniyetê ya Stenbolê dermanfiroş Ûmût Işik hat berdan, hesabgir Nermîn Ûzûn, xebatkarê cemaweriyê Umît Batûr û mamoste Bariş Çîçek ê li Amedê hat binçavkirin û anîn Stenbolê, sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeya li vir Batûr hat berdan. Ûzûn û Çîçek bi daxwaza girtinê radestî dadgehê hat kirin. Dadgehê Nermîn Ûzûn berda, lê mamoste Bariş Çîçek bi îdîaya "endametiya rêxistinê" girt.