DYA di mijara Tirkiyeyê de welatiyên xwe hişyar kir!

Wezareta Karên Derve ya DYA, hişyariya ku beriya niha ji bo welatiyê wan neçin Tirkiyeyê dabû, dubare kir.

Wezareta Karên Derve ya DYA ji welatiyên xwe yên biçin Tirkiyeyê xwest, hay ji xwe hebin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser bûyer û teqînên li bajarên Tirkiye û Kurdistanê û ji welatiyên DYA'yî hat xwestin ku neçin hin bajaran. Ev bajar jî ev in: Amed, Şirnex, Wan, Sêrt, Mûş, Mêrdîn, Êlih, Çewlik, Dêrsim, Colemêrg, Bedlîs, Elezîz, Hatay, Kîlîs, Dîlok, Riha.

Di daxuyaniyê de pêşniyar li welatiyan hat kirin bi taybetî neçin ser sînorê Sûriyeyê, nekevin nava girseyên gel, her tim hay ji xwe hebin û li derveyî bûyerên civakî bisekinin.

Wezareta Karên Derve ya DYA, di 4'ê Sibatê de jî heman hişyarî kiribû.