Şehîdên xwerêveberiyê wê li Strasboûrgê bên bîranîn
Kurdistaniyên li dijî komkujiyên li Bakurê Kurdistanê li bajarê Fransa Strasboûrgê çalakiyê lidar dixin, di şexsê Mehmet Tûnç de wê "şehîdên berxwedana xwerêveberiyê" bibîr bînin.

Çalakiya rûniştinê ya Kurdistaniyan a li bajarê Fransa Strasboûrgê, ku bi pêşengiya TJK-E û KCD-E li ber avahiyên Konseya Ewropa (KE), Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropa (DMME) û Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê ya Ewropa (CPT) ji bo dawî li komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê bê anîn hat destpêkirin, di roja 9. de ye.
Di çarçoveya vê çalakiyê de wê roja Pêncşemê, di şexsê Mehmet Tûnç ê di berxwedana li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, hemû şehîdên xwerêveberiya li Bakurê Kurdistanê werin bîranîn. Merasîm wê bi bernameyeke taybet a bîranînê pêk were û ji aliyê Komeleya Malbatên Mexdûr û Windahiyan (KOMAW e.V.) ve bê organîzekirin. Di bîranînê de wê Hevserokên Meclîsên Gel ên li Ewropayê jî amade bin û Mehmet Tûnç weke Hevserokê sembolîk ê Meclîsa Gel a Ewropayê bê hilbijartin.
KAHRAMAN: TÛNÇ BÛ SEMBOLA BERXWEDANA XWERÊVEBERIYÊ
Hevseroka KOMAW'ê Şengê Kahraman da xuyakirin, ku Mehmet Tûnç bûye sembola têkoşîna xwerêveberiyê û got, "Mehmet Tûnç bû sembola şehîdên xwerêveberiyê, ku bi biryardariyeke mezin tevlî berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê bû û di vê oxirê de jiyana xwe ji dest da. Tûnç Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê bû. Ji destpêka berxwedanê ve herêm neterikand. Bi canê xwe re bû sembola berxwedanê. Weke saziyên Kurd û hevserokên meclîsên gel ên lİ Ewropayê, em ê roja Pêncşemê ji bo hevalê xwe li Strasboûrgê bi tevlîbûna gelê xwe merasîmeke bîranînê lidar bixin. Di vê bîranînê de wê hemû hevserokên me amade bin. Em ê Mehmet Tûnç wê kesayetiya berxwedêr a ruhê serdemê temsîl dike bi sembolîk weke Hevserokê Meclîsê hilbijêrin."
Kahraman ji bo merasîma bîranînê ya roja Pêncşemê bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir, ji bo tevlî bibin.