BI DÎMEN

Koma Heyva Sor çalakiya 'Nobada ji Ocalan re Azadî' dewr girt

Çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma Heyva Sor a Kurdistanê ve dewr hat girtin.

Çalakiya 'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya li ber avahiya Konseya Ewropa (KE) ya li bajarê Fransa Strasboûrgê tê lidarxistin, ji aliyê koma Heyva Sor a Kurdistanê ve dewr hat girtin.

'Nobeda ji Ocalan re Azadî' ya di 25'ê Hezîrana 2012'an de li ber avahiya KE destpê kir, ev 1345 roj in bênavber dewam dike. Di hefteya 193 a çalakiyê de endamên Heyva Sor a Kurdistanê Elîf Ûşak, Faîk Mavîçîçek, Şemsettîn Kisa, hasan Kartal û Mehmet Ateş nobed dewr girtin.

Endamên komê, ku rojane bi dehan kesî re diyalogê dikin û li ser hewldanên Ocalan ên ji bo aştiyê agahiyan didin, balê dikişînin ser girîngiya azadiya Ocalan û girtiyên siyasî. Çalakger her wiha hewl didin bala raya giştî ya Ewropayê bikişîne ser êrîş û komkujiyên ji aliyê dewleta Tirk ve li Kurdistanê tên kirin.

Çalakgeran, komkujî û wehşeta bi destê çeteyen TC-AKP qesrê tên kirin, lenet kirin û berxwedana xwerêveberiyê ya bi rûmet silav kirin.

Çalakgeran gotin, "Niha li dora me saziyên navendî yên Ewropayê CPT, DMME, KE û PE hene. Û ev sazî neçar in dengê me yê ev 4 sal in di vê çalakiyê de bilind dikin bibihîzin û bi wezîfeya xwe rabin."

Çalakgeran dan xuyakirin, ku heta azadiya Ocalan û bidawîbûna wehşeta AKP li Kurdistanê dike, ew ê çalakiyên xwe bidomînin û banga xwedîderketina li xwerêveberiyan kirin.

...