Li Dragûîgnan û Montpellîerê 'bîranîna şehîdan'

Li bajarên Fransa Dragûîgnan û Montpellîerê, mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

Li bajarên Fransa Dragûîgnan û Montpellîerê, mirovên di berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dane hatin bîranîn.

DRAGÛÎGNAN

Li bajarê Fransa Dragûîgnanê, di şexsê Cîhan Karaman û Alî Firat Kalkan ên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin, şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn.

Di merasîma bîranîna ku malbat û xizmên Karaman û Kalkan jî lê amade bûn de, li ser navê Meclîsa KCD-Dragûîgnanê Osman Sonmez axivî. Sonmez da xuyakirin, ku çeteyên faşîst ên AKP'ê li Kurdistanê komkujiyan dikin û got, "Ewrropa bi bêdengiya xwe ya li pêşberî vê komkujiyê re dibe hevparê komkujiyên AKP'ê. Em bi şehîdên xwe re dilsoz in û em ê bi xurtkirina têkoşînê re xwedî li wan derkevin."

Apê Cîhan Karaman Şervan Karaman jî got, "Cîhan di şerê kirêt ê li Kurdistanê de şehîd ket. Di şexsê Cîhan de ez hemû şehîdên Kurdistanê bibîr tînim. Ev wehşeta tê kirin divê derhal bê qedandin. Divê Ewropa jî li pêşberî van komkujiyan bêdeng nemîne. Em ê bi têkoşîna Cîhan û Alî Firat re dilsoz bin û bi azadkirian Rêber Apo û Kurdistanê re vê têkoşînê tacîdar bikin."

MONTPELLÎER

Li bajarê Fransa Montpellîerê jî, di şexsê Alî Firat Kalkan ê li Cizîrê ji aliyê hêzên dewletê ve hat qetilkirin, merasîma bîranînê ya ji bo şehîdên xwerêveberiyê hat lidarxistin.

Beşdarên merasîmê dan xuyakirin, ku di şexsê şehîdên Cizîrê de komkujî li tevahiya Kurdan hatiye kirin û biryardariya xwe ya ji bo têkoşînê careke din nîşan dan.

Serdanên sersaxiyê li Navenda Civaka Demokratîk a Kurdistanê ya Montpellîerê hatin qebûlkirin.

...