ROJANE
Hemû Nûçe
-
Ciwanên Kurd ên li Ewropayê ji bo azadiya Ocalan li ser piyan e
Li Ewropayê çalakiyên ciwanan ên ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Fransa, Elmanya û Belçîkayê ciwan li kolanan bûn. -
Li Swîsreyê çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdê
Li bajarên Cenevre, Basel û Zurîch ên Swîsreyê, bi sedan kes bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyan de hat gotin, "Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye." -
Li Bavyerayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan
Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, bi pêşengiya jin û ciwanan wê di navbera 14-16'ê Tebaxê de meşeke dirêj bê lidarxistin. -
Li dehan bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo Ocalan
Ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan, Kurdistanî li dehan bajarên Ewropayê daketin kolanan. Di çalakiyan de gelek avahiyên saziyên medya û stasyonên trenê hatin dagirkirin û ji bo Ocalan banga lezgîn hat kirin. -
Dirûşmên qêrîna ‘Azadiya Ocalan’ her ku diçe belav dibe
Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne. -
Êrîşî ciwanên ku xwestin tecrîdê protesto bikin û bikevin NY’yê kirin: 6 kes hatin binçavkirin
Polîsan bi tûndî êrîşî ciwanên ku dixwestin tecrîdê protesto bikin û bikevin avahiya NY’yê kirin, 6 kes binçavkirin. -
Li Darmstadt û Bremen ji bo Ocalan çalakî
Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn, çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Darmstadt bi CDÛ’yê re hevdîtin hatin kirin, li Bremen li pêşiya Parlementoyê çalakiya bêîtîhatiya sivîl hate lidarxistin. -
Li Atînayê Nobeda Azadiya Ocalan di roja 2. de ye
Li Atîtnayê, çalakiya nobeda ku li dijî tecrîd û ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 2. de ye. -
Bi wekîlên Awûstralyayê re li ser tecrîd û Rojava hevdîtin hete kirin
Li Awûstralyayê heyeta Kurdan, li ser tecrîda li hember Ocalan, pêkanîna ambargoyê ya li ser Rojava û darvekirinên Îranê bi wekîlan re hevdîtin kirin. -
'HDP gel e, ge li vir e'
Bi sedan endam û rêveberên HDP'ê, êrîş û serdegirtina polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê şermezar kirin. Cîgirê Hevserokên HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hiqûqa barbarî, hovîtî û talankirinê li ser kar e û ew vê yekê qebûl nakin. -
Saziyên Êzidî 'Herbijî' bibîr anîn: Mîna Çirayekê wê jiyana me ronî bike
Saziyên Civaka Êzidî yên li Ewropayê, bi daxuyaniyeke hevbeş siyasetmedarê Kurd Celal Ozkan (Herbijî) bi bîr anîn û gotin, "Di jiyana xwe de mîna çirayekê bû. Lewma ew ê her tim jiyana me ronî bike." -
Kartal û Aydar: 'Herbijî' welatparêzekî mezin bû
Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar destnîşan kirin, ku Celal Ozkan (Herbijî) yê ji ber nexweşiya kanserê çû ser dilovaniya xwe, welatparêzekî mezin bû û gotin, "Welatparêzekî mînak bû, ku jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kiribû." -
Tecrîd li Erîvanê bi civîneke çapemeniyê hat şermezarkirin
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, saziyên Kurd ên li vî welatî civîneke çapemeniyê lidar xistin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ti agahî jê nayê girtin, şermezar kirin. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Li Mêrdîn, Edene, Enqere û Mersînê, di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin. -
Hêrsa li hemberî tecrîdê li Ewropayê mezin dibe
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Awûstûryayê hat şermezarkirin. -
'Li dijî komên radîkal ên Îslamê bi kar tînin, divê tifaq bê avakirin'
Endamê Komeleya Lêkolînên Îslamî û Hîndekarê Beşa Hiqûqê ya Zanîngeha Hîlwan a Misirê Dr. Mûhammed Al Şehat Al Cinêdî ji ANF'ê re axivî... -
'Divê neyê ji bîrkirin; yê bajarên Kurdan da xerakirin AKP ye'
"Dema Cizîr, Sûr, Şirnex hatin rûxandin, bi sedan mirov hatin qetilkirin yên digotin artêşa me tiştê wisa nake bila bizanibin ku, tişta pê re rû bi rû mane ne ji sedî yek ê kirinên li Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê ne." -
Li sê bajarên Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li sê bajarên Swîsreyê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin. -
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo li 5 bajarên Swêdê hat bîranîn
Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo (Badeen Al) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li 5 bajarên Swêdê hat bîranîn. -
Kurdên li Awûstûryayê ji bo Ocalan dadikevin qadan
Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan. -
Polîsên Tirk êrîşî avahiyên HDP'ê kirin
Piştî ku Erdogan hedef nîşan da, polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk avêtin ser avahiyên HDP'ê yên bajarê Stenbolê û navçeyên wê. Di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatin şikandin û gelek kes hatin binçavkirin. -
Amadekariyên ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dewam dikin
24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, di 3'ê Îlonê de li bajarê Koln ê Elmanyayê tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar Bahattîn Dogan bang li hemû Kurdan kir, ku tevlî festîvalê bibin. -
Di nava du salan de 45 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin
Ji Îlona 2014'an û vir ve, ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dest bi êrîşên hewayî kir, tê gotin 45 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin. -
Sancar: Koalîsyona neteweperest li ser kar e
Parlamenterê HDP'ê Sancar, têkildarî hevdîtina AKP, CHP û MHP'ê ya tê plankirin li ser Destûra Bingehîn bê lidarxistin got, "Koalîsyonek neteweperest li ser kar e. Encamên vê koalîsyonê wê giran bin." -
Xaçerêya ewlekariyê ya Minbicê hate rizgarkirin!
Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, xaçerêya ewlekariyê ya ku xwedî girîngiyekî stratejîk ji çeteyan paqij kirin.