Parêzeran ji bo çûyîna Îmraliyê serlêdan kirin

Parêzerên Rêber Apo û girtiyên din ên li Îmraliyê tecrîdkirî, bi daxwaza hevdîtinê serî li serdozgeriyê û midûriyeta girtîgehê dan.

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Rezan Sarica, Raziye Ozturk, Mazlûm Dînç û Faîk Ozgur Erol ji bo karibin muwekîlê xwe Rêber Apo bibînin serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Parêzeran bi heman rengî ji bo dîtina muwekîlên xwe yên din ên li Îmraliyê Omer Hayrî Konar, Hamîlî Yildirim û Veysî Aktaş jî serî li heman saziyan dan.

Daxwaza hevdîtinê ya parêzeran û malbatan bi rengekî kêfî bi rêk û pêk tê astengkirin. Di nava dehan salan de kêm caran hevdîtina malbatê hate kirin. Herî dawî 31'ê Adarê bi wesîleya Cejna Remezanê û di atmosfera banga dîrokî ya Rêber Apo ya 27'ê Sibatê de hevdîtina malbatê hatibû kirin.

Hevdîtinên parêzeran jî di çarçoveya têkiliya parêzer-muwekîl de hîn jî nayê kirin. Di çarçoveya Heyeta Îmraliyê de hin parêzer tevlî hevdîtinên mehên dawî bûn, lê belê serlêdanên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi rêk û pêk bêbersiv têne hiştin.

Herî dawî parêzer Rezan Sarica û Newroz ûysal 7'ê Tebaxa 2019'an çûn Îmraliyê û hevdîtin bi Rêber Apo re pêk anîn.