Xaçerêya ewlekariyê ya Minbicê hate rizgarkirin!

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê, xaçerêya ewlekariyê ya ku xwedî girîngiyekî stratejîk ji çeteyan paqij kirin.

Operasyona Şehîd Fermandar Feysel Ebû Leyla di roja xwe ya 71. de dewam dike.

Li gorî nûçeya ANHA’yê şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê xaçerêya ewlekariyê ku Sûk El Muxatta, avahiya PTT, navenda çandê, nexweşxaneya Emel û herêmên din digire nava xwe ji çeteyan paqij kirin. piştî şerê dijwar ên çend rojan di navbera çete û şervanên Minbicê û şûn de saet 21:00’an fitlanoka ewlekariyê ji çeteyan hate paqijkirin û xebatên lêkolîn û lêgerînê hatine destpêkirin.

Şervanan heta niha dest daniye ser cenazeyekî çeteyan û atolyeyekî ku jib o çêkirina mayîna dihat bikaranîn desteser kirine.

Li aliyê din pêşdeçûna şervanan a ber bi navenda bajêr ve dewam dike. Şervanên Minbicê Bakûr û bakûrêrojhilatê Taxa El Siripê û ser rêya Cerablûsê 12 çete kuştine, 5 cenaze jî di destê wan de ne.

Piştî rizgarkirina xaçerêya ewlekariyê û şûn de çete tenê li Taxa Sirp li çend kolana de mane.