Sancar: Koalîsyona neteweperest li ser kar e
Parlamenterê HDP'ê Sancar, têkildarî hevdîtina AKP, CHP û MHP'ê ya tê plankirin li ser Destûra Bingehîn bê lidarxistin got, "Koalîsyonek neteweperest li ser kar e. Encamên vê koalîsyonê wê giran bin."
Parlamenterê HDP'ê Sancar, têkildarî hevdîtina AKP, CHP û MHP'ê ya tê plankirin li ser Destûra Bingehîn bê lidarxistin got, "Koalîsyonek neteweperest li ser kar e. Encamên vê koalîsyonê wê giran bin."
Li dû hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê AKP, CHP û MHP mîna koalîsyonekê tevdigerin. Nûnerên van her sê partiyan wê ji bo guhertina Destûra Bingehîn li hev bicivin. Ji bo vê civînê, HDP nehat vexwendin.
Profesorê Destûra Bingehîn û Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar da xuyakirin, ku nûnerên her sê partiyan pêr li hev civiyan û di vî warî de pêşhevdîtinek kirin.
Sancar diyar kir, dervehiştina partiya wan di pêvajoya çêkirina destûra bingehîn de, berî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê destpê kir û got, "Di pêvajoya ji 7'ê Hezîranê heta 1'ê Mijdarê de, tifaqa herî girîng a van her sê partiyan, erêkirina operasyonên li bajarên Kurdan bû. Operasyonên xerakirin û şewitandina bajaran, bi erêkirina her sê partiyan hatin kirin. Dûre, dema mijara destnedanê ket rojevê, vê tifaqê dewam kir. Yanî, zêdeyî saleke ev her sê partî di çarçoveya polîtîkayên ewlekarîparêz û neteweperestiyê de li hev civiyan e."
Ji bo helwesta CHP'ê jî Sancar pênase 'rewşeke welê ye, ku dikare jê ders bê derxistin' kir. Sancar got, "CHP'ê Komîsyona Lihevkirinê ya Destûra Bingehîn terikandibû. CHP'ê rexne kiribû, ku komîsyon lîstikeke AKP'ê ye û bi vê hincetê xwe ji karê vê komîsyonê vekişandibû. Lê niha bi hêsanî di formateke em lê ne amade ne, beşdarî komîsyonê dibe. Gelo CHP ji bo kîjan armancê, desteka herî xurt a meşrûiyetê dide van polîtîkayên dervehiştinê? Girîng e raya giştî ya demokrat û pêşverû vê pirsê bike."
Sancar da zanîn, polîtîkayên dervehiştina HDP'ê piştî 15'ê Tîrmehê bi zelaltir hatin nîşandan û wiha dewam kir: "Di bin navê civîna bilind a lîderan de serokê her sê partiyan li Qesra Serokkomar li hev rûniştin. Dûre tevlî mîtînga li Yenîkapi bûn. Koalîsyoneke neteweperestiyê li ser kar e. Em dibêjin; zerara ev koalîsyon bide, wê gelekî mezin be. Yek ji armancên bingehîn ên hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê afirandina atmosfereke civakî ya ji hev cihê bû. Belkî derxistina şerê navxweyî bû. Polîtîkayên niha her sê partiyan li ser li hev kirine, xizmetê ji heman armancê re dikin. Li Tirkiyeyê hevgirtineke welê derketiye holê, ku di ser HDP'ê re Kurd li derve tê hiştin û nêzîkatiyek di çarçoveya nêrîna neteweperestiyê de li pirsgirêka Kurd tê nîşandan. Em timî hişyariyan didin, ku ev yek dikare rê li ber encamên xetere veke. Xuya ye ev koalîsyona neteweperest wê demeke din jî bi hev re tevbigere."
Parlamenterê HDP'ê yê Mêrdînê Mîthat Sancar ji bo pirsa "ti hewldaneke partiya we wê hebe?" ev bersiv da: "Weke partî, tiştekî ku divê em niha bikin nîne. Helwest, polîtîka, hişyarî û xebatên me mîna xwe dewam dikin. Em nikarin niha yekser partiyan mûxatab bigirin, ji ber ku yê me li derve dihêlin, ew in."
Sancar da xuyakirin, ku daxwaza hevdîtinê ji kîjan partiyê tê bila bê, ew ê bi erênî pêşwazî bikin û got, "Lê belê ti sedem nîne ku em bi awayekî fermî daxwaza hevdîtinê bikin. Yê li derve tê hiştin em in. Yên polîtîkayeke dijber dimeşînin, her sê partî ne. Eger daxwaza wan a hevdîtinê hebe, divê ew ji me re ragihînin."