Li Atînayê Nobeda Azadiya Ocalan di roja 2. de ye

Li Atîtnayê, çalakiya nobeda ku li dijî tecrîd û ji bo azadiya Ocalan hatibû destpêkirin di roja xwe ya 2. de ye.

Kurdistaniyên ku li paytex Atîna ya Yewnanîstanê dijîn, li ser banga Meclîsa Gel a Yewnanîstanê çalakiya nobet a ku bi mîtîngekê dawî bibe dabû destpêkirin. Di çalakiya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate lidarxistin, di roja yekem de ciwanan nobed girtin. Îro jî jinan nobed dewir girtin.

Têkildrî çalakiya ku li pêşberî parlementoyê û li Sîndagma ya li qada navenda paytextê hate lidarxistin li ser navê Meclîsa Gel a Yewnanîstanê daxuyanî hate dayîn û wiha hate gotin: “Ev nobet tê wateya girêdana jinan a bi Rêbertiya xwe re dide nîşandan. Bila Erdogan baş bizanibe, em jinê Kurd wê her roj li nobedê de bin û azadiya Rêbertiya me azadiya me ye. Em ne dev ji azadiya Rêbertiya xwe ne jî ji azadiya xwe berdidin.”

Her wiha Meclîsa Gel a Kurd a Yewnanîsatanê di daxuyaniya xwe banga li Kurdistaniyên Atînayê kir ku beşdarî mîtînga ku li pêşiya parlementoya Yewnanîstan ku di saet 18:00’an de destpê dike kir.

...