Li Darmstadt û Bremen ji bo Ocalan çalakî

Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn, çalakiyên li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Darmstadt bi CDÛ’yê re hevdîtin hatin kirin, li Bremen li pêşiya Parlementoyê çalakiya bêîtîhatiya sivîl hate lidarxistin.

Kurdistaniyên ku li Elmanyayê dijîn, çalakiyên li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dikin. Li Darmstadt bi CDÛ’yê re hevdîtin hatin kirin, li Bremen li pêşiya avahiya Parlementoyê çalakiya bêîtîhatiya sivîl hate lidarxistin.

DARNSTADT

Kurdistaniyên ku li Darmstadt dijîn, CDÛ ziyaret kirin daxwaz kirin ku ji bo tecrîda li ser Ocalan bikevin hewldanan.

Kurdistaniyên ku li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê dijîn, Partiya Demokrat a Xiristiyana (CDÛ) ziyaret kir. ziyaret bi armanca ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bixin rojevê, diyar kirin ku bi taybet piştî hewldana darbeyê fikarên têkildarî jiyan û rewşa Ocalan anî ziman.

Kurdistaniyan, ji rayedarên CDÛ’yê daxwaz kirin ku têkildarî mijarê bikevin nava hewldanan. Rayedaran jî anî ziman ku wê daxwazan bighînin navendên xwe.

BREMEN

Kurdistaniyên ku li bajarê Bremen ê Elmanyayê dijîn, çalakiyên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dane destpêkirin dewam dikin.

Kurdisaniyan li pêşiya avahiya Parlementoya Eyaleta Bremen çalakiya bêîtîhatiya sivl li dar xisitin, daxwaz kirin ku bi serokê hikûmetê re hevdîtinekê li dar bixin.

 

...