Girtiyê bi nexweşiya giran Yilmaz nayê berdan, tedawiya wî tê astengkirin
Girtiyê bi nexweşiya giran Nedîm Yilmaz nayê berdan. Rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe.
Girtiyê bi nexweşiya giran Nedîm Yilmaz nayê berdan. Rewşa wî ya tenduristiyê giran dibe.
Girtiyê bi nexweşiya giran Nedîm Yilmaz ku 32 sal in girtî ye, di rewşeke welê de ye ku nikare bi tena serê xwe jiyana xwe îdare bike.
Nedîm Yilmaz ku li Girtîgeha Girtî ya Tîpa F a Bolûyê tê ragirtin, li gorî rapora endoskopi ku sala 2024'an hate amadekirin bi nexweşiyên eroziv gastrit û ozofagus ulser erozyon e, her wiha ziravê wî bi enfeksiyonê ketiye.
Li gel van nexweşiyan her wiha gelek nxweşiyên din jî bi Yilmaz re hatine tespîtkirin. Yilmaz di kontrolên tenduristiyê de weke nexweşê bronşît û faranjît ê kronîk hate pênasekirin.
Li gorî daneyên Komeleya Mafên Mirovan ku sala 2025'an eşkere kir, li girtîgehên Tirkiyeyê hezar û 412 girtiyên nexweş hene ku rewşa 335 ji wan giran e. Her wiha 230 ji wan di rewşeke welê de ne ku nikarin bi tena serê xwe jiyana xwe îdare bikin.
Berdana Yilmaz ji aliyê Desteya Çavdêrî û Îdareyê ve cara 7'emîn hate taloqkirin. Yilmaz normal diviyabû 25'ê Tîrmeha 2023'an bihata berdan, lê belê Desteya Çavdêrî û Îdareyê bi hincetên kêfî berdana Yilmaz asteng dike.
Parlamentera DEM Partiyê Newroz Ûysal Aslan taloqkirina berdana Yilmaz xist rojeva meclîsê û got, Yilmaz ji malbata xwe re bi rêya telefonê gotiye, ew heta niha derketiye pêşberî Desteya Çavdêrî û Îdareyê, girtiyên siyasî bi ti awayî derneketine pêşberî desteyê.