Li Swîsreyê çalakiyên ji bo şermezarkirina tecrîdê

Li bajarên Cenevre, Basel û Zurîch ên Swîsreyê, bi sedan kes bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyan de hat gotin, "Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye."

Li bajarên Cenevre, Basel û Zurîch ên Swîsreyê, bi sedan kes bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî" daketin kolanan û tecrîd şermezar kirin. Di çalakiyan de hat gotin, "Ocalan ji bo me sedema şer û aştiyê ye."

CENEVRE

Bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Cenevreyê, Kurdistanî û dostên wan li ber avahiya navendî ya Neteweyên Yekbûyî li hev civiyan û tecrîd şermezar kriin.

Di dema çalakiyê de ciwanan xwestin ji bendên li pêşiya avahiyê derbas bibin û bikevin nava avahiya Neteweyên Yekbûyî. Li ser vê yekê bûyer derket û polîsan bi gaza îsotê û ço dest li çalakiyê werdan û 5 ciwan binçavkirin. Li ser vê yekê Kurdistaniyan rê li trafîkê girtin û çalakiya rûniştinê pêk anîn. Kurdistaniyan biryar dan heta hevalên wan bên berdan çalakiyên xwe bidomînin.

Di axaftinên li qada çalakiyê de bal hat kişandin ser rewşa xetere ya bi tecrîdê re derketiye holê û sebra gelê Kurd difûrîne û hat destnîşankirin, ku heta Ocalan azad nebe divê ti kes li mala xwe bi dilrehetî rûnenê.

Li aliyê din, der barê heman mijarê de heyetek ku rojnamevan-nivîskar Ahmet Nesîn jî di nav de bû, bi rayedarên Mafên Mirovan ên Neteweyên Yekbûyî re hevdîtin kir. Rayedaran dan xuyakirin, ku ew rewşê ji nêz ve dişopînin û haya wan ji aciliyeta rewşê heye.

ZURÎCH

Li bajarê Zurîchê jî Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan û tecrîda li ser Ocalan şermezar kirin. PYD, Tevgera Yekbûyî ya Demokratîk a Gelan û hêzên çep-sosyalîst ên Tirkiyeyî jî destek dan çalakiyê. Di axaftinên li vir de fikarên li ser rewşa tenduristiya Ocalan hatin bilêvkirin. 

BASEL

Li bajarê Baselê jî bi şiyara "Jiyana Serok Apo jiyana me ye" li ber Parlamenta Kantona Baselê çalakî hat lidarxistin. Di çalakiya li vir de belavok hatin belavkirin û gel têkildarî tecrîdê hat agahdarkirin. Her wiha heyetek ji çalakgeran bi parlamenterên Partiya Sosyaslîst û rayedarên parlamentê re hevdîtin kir û daxwazên xwe ji wan re ragihand.

...