Bi wekîlên Awûstralyayê re li ser tecrîd û Rojava hevdîtin hete kirin

Li Awûstralyayê heyeta Kurdan, li ser tecrîda li hember Ocalan, pêkanîna ambargoyê ya li ser Rojava û darvekirinên Îranê bi wekîlan re hevdîtin kirin.

Heyeta ku di nav de berdevkê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Awûstralyayê û Berdevkê KNK’ê Sîdney Îsmet Taştan , li Parlementoya New Soûth Wales bi Parlementerê Balmanîn a Partiya Keskan Jamîe Parkers le hevdîtin pêk anîn. Heyetê di hevdîtinê de pêkanînên tecerîdê ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate rojevê, têkildarî mijarê dosyayek hate amadekirin.

Di hevdîtinê de,daxwaz hate kirin ku ji bo rakirina darvekirina hikûmeta Îranê ya li hember girtiyên Kurd û ambargoya li ser Rojava zextê li dewleta Tirk û Başûrê Kurdistanê bê kirin. Ji bo pêdiviyên dermanan a ji bo gelê Rojava jî hate daxwaz kirin. Perlementer Parkers jî diyar kir ku wê daxwazên wan ji bo Wezîrê Karê Derve û bixîne meclîsa partiya xwe.

Dîsa parlementerê Labor Parrty Peters Kahalîl li gel Hevserokê Civaka Demokratîk a Kurd Vîktorya Cemal Erdogan,bi Nûnerê Karê Derve û ji jinên Aktivîst Hawzhîn Azeez hevdîtin kirin. Di hevdîtinê de ji nûve avakirina Rojava û girtina sînor û ambargo hatin rojevê.

...