Amadekariyên ji bo 24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî dewam dikin

24. Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, di 3'ê Îlonê de li bajarê Koln ê Elmanyayê tê lidarxistin. Endamê Komîteya Amadekar Bahattîn Dogan bang li hemû Kurdan kir, ku tevlî festîvalê bibin.

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan diyar kir, amadekariyên festîvalê dewam bikin û got, "Festîvala îsal wê ji her salê xurtir derbas bibe."

Festîvala îsal bi dirûşma "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu", "Bi ruhê berxwedana xweseriyê ber bi azadiya Rêber APo û Kurdistanê ve" tê lidarxistin. Festîval di şexsê Mehmet Tûnç, Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Ebû Leyla de diyarî cangoriyên berxwedana Rojava û Xwerêveberiyê tê kirin.

Navnîşana festîvalê jî stadyûma tîma futbolê FC Koln, Rheîn Energîe ye. Ji komîteya amadekar a festîvalê Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan bang li rêveber û xebatkarên saziyên Kurd ên li Ewropayê kir, ku xebatên xwe yên amadekariyê xurtir bikin.

WÊ MESAJÊN SIYASÎ BÊN DAYÎN

Di festîvala îsal de wê nûnerên gelek partî û rêxistinên Kurdistanî, peyamên xwe pêşkêş bikin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah, nûnerên KNK'ê, Hevserokên KCDK-E, nûnerên HDK-Ewropa û rêxistinên çep û demokratîk ên li Ewropayê peyamên xwe pêşkêş bikin.

XWEPÊŞANDANEK JI 350 KESÎ

Bernameya çandê jî gelekî dewlemend e. Bernameya çandê ya festîvalê ji aliyê TEV-ÇAND'ê ve tê organîzekirin. Koma Berxwedan, Hesen Şerîf, Koma bajar, Ozlem Gerçek, Şahiya Stranan wê derkevin ser dikê. 30 komên govendê yên ji 350 kesî pêk tên, wê di heman demê de govenda ji gelek herêmên Kurdistanê pêşkêş bikin. Her wiha li binê konekî jî wê çanda Kurd bê nasandin. Ciwan jî xwe pêşandaneke sporê pêşkêş bikin.

'JI BO FESTÎVAL BI XURTÎ DERBAS BIBE, DIVÊ HER KES BIXEBITE'

Hevserokê NAV-DEM'ê Bahattîn Dogan da xuyakirin, ku amadekariyên wan ên ji bo festîvalê dewam dikin û got, "Ji bersivê bide ruhê demê û daxwazên gelê me, em amadekariyên xwe bi berfirehîd ikin. Amadekarî hem ji aliyê komîsyona navendî hem jî bi komîsyonên herêmî ve tên kirin. Her sazî û bawerî wê di festîvalê de rengê xwe nîşan bide. Lewma wê bibe festîvaleke bi heybet. Ji bo festîval xurt û dewlemend derbas bibe, me di nava sazî û pêkhateyên xwe de kar dabeş kirine û plansaziyek amade kirine."

'DIVÊ EM DAXWAZA XWE YA JI BO AZADIYA OCALAN BILÊV BIKIN'

Hevserokê NAV-DEM'ê bal kişand ser girîngiya peyamên di festîvala îsal de ji bo yekîtiya neteweyî bê dayîn û wiha dewam kir: "Di vê dema ku êrîşên giran ên qirkirinê li hemberî Kurdan tên kirin de, em festîvala xwe lidar dixin. Di vê demê de gelê me li Bakur, Rojava, Başûr û Rojhilat xurt dibe û dibe xwedî statuyeke siyasî, civakî û neteweyî. Lewma tevlîbûna li vê festîvalê wezîfeya her Kurdistanî ye. Em li ku dibin bila bibin, divê em yekîtî, rêxistinbûn û berxwedana xwe mezin bikin... Ji bo em xwedî li hemû nirxên xwe derkevin û daxwaza ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan biqîrin, di 3'ê Îlonê de em li Kolnê bin."

Festîvala Çanda Kurd a Navneteweyî, cara ewilî di sala 1992'an de li bajarê Bochûm ê Elmanyayê pêk hatibû û ji hingî ve, sala 1995'an ne di nav de, her sal bênavber tê lidarxistin.