Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Awûstûryayê hat şermezarkirin.
ANF
NAVENDA NÛÇEYAN
pêncşem, 11 gelawêjê 2016, 12:28
Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Elmanya, Fransa, Îngilîstan û Awûstûryayê hat şermezarkirin.
KÎEL: Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Kîel ê Elmanyayê dijîn, li meydana Asmûs Bremerê li hev civiyan û têkildarî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belavok belav kirin. Li ser navê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li vê derê axaftin hat kirin û hat ragihandin, heta tecrîd bê rakirin wê çalakiyên xwe bidomînin. Wê li ber avahiya televîzyona Kîel NDR jî îro çalakiyek bi heman armancê bê lidarxistin.
DUSSELDORF: Ciwanên Apoyî pankarteke mezin a bi nivîsa "Em ê tecrîda li ser Abdullah Ocalan rakin" bi pira Rheînknîe ya Dusseldorfê ve kirin. Ciwanan diyar kirin, heta tecrîd bê rakirin ew ê li qadan bin. Ciwanan her wiha biryarên kongreya 5. a Komalên Ciwan jî silav kirin.
MAÎNZ: Endamên Ciwanên Azad, li bajarê Maînz ê Elmanyayê pankartek bi nivîsa "Freîheît fur Ocalan-Ji Ocalan re Azadî" vekirin û bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" û "Bê Serok jiyan nabe" heta navenda bajêr meşiyan.
REÛTLÎNGEN: Li bajarê Reûtlîngen ê Elmanyayê, endamên Ciwanên Azad bi şiyara "Ji Ocalan û Kurdistanê re azadî" çalakî lidar xistin. Ciwanan pankartek bi pira li ser rêya B464 ve kirin û tecrîda li ser Ocalan û polîtîkayên qirkirinê yên li Kurdistanê şermezar kirin. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê li ciwanên Kurd hat kirin.
DARMSTADT: Endamên Ciwanên Azad li bajarê Darmstadt ê Elmanyayê pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî, ji Kurdistanê re Aştî" ya bi zimanê Elmanî bi pirek li ser rêya navendî ve kirin û tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kirin.
HANNOVER: Li bajarê Hannover ê Elmanyayê jî ciwanan çalakiya pankartê lidar xistin û xwestin Ocalan azad bibe. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re azadî" bi pira li ser rêya navendî ve kirin.
ROTENBÛRG: Ciwanên Kurd li bajarê Rotenbûrg (Wumme) yê Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan bi sprey û pankartan çalakî pêk anîn. Ciwanan pankarta bi nivîsa "Free Ocalan - Ji Ocalan re Azadî" bi pira navendî ya li ser rêya bejahî ve kirin.
STRASBOÛRG: Li bajarê Strasboûrg ê Fransayê, Tîma Şehîd Erdal Welat, pankart bi pirek li ser rêya navendî ve kir û tecrîda giran şermerzar kir. Di çalakiyê de ciwanan pankarta bi nivîsa "Em ê cîhanek bê Ocalan bi serê we ve biruxînin" a bi zimanê Fransî daliqandin û xwestin derhal tecrîd bê rakirin.
MARSÎLYA: Li meydana Vîeûx-Port a li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Ocalan stant hat vekirin. Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan sînevîzyon hat nîşandan û belavok hatin belavkirin. Hunermendên TEV-ÇAND'ê jî stranên xwe yên li ser Ocalan gotin.
LONDON: Li paytexta Îngilîstan Londonê, endamên Ciwanên Azad li ber parlamentê, pankarteke mezin a bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" ya bi zimanê Îngilîzî vekirin. Pankarta bi 15 metreyan dirêj bi pira Westmînster Brîdge ve hat kirin û bala tûrîstan kişand. Ciwanan dan xuyakirin, ku heta ew agahiyê ji Ocalan bigirin, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
INNSBRÛCK: Li bajarê Înnsbrûck ê Awûstûryayê, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bêdengiya Ewropayê hatin şermezarkirin. Çalakiya ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd ve hat organîzekirin li ber avahiya rojnameya Tîrole Tageszeîtûngê pêk hat. Li vir pankarta bi nivîsa "Ji Ocalan re Azadî" hat vekirin û belavok hatin belavkirin. Her wiha dosyayek li ser tecrîdê radestî rêveberên rojnameyê hat kirin.