Kurdên li Awûstûryayê ji bo Ocalan dadikevin qadan
Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.
Kurdistaniyên li Awûstûryayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dadikevin qadan.
Kurdistanî û dostên wan ên li Awûstûryayê dijîn, ji bo tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin, wê vê hefteyê li qadan bin.
Bi şiyara "Em hînî jiyanek bê Rêbertî nebûne û em ê hîn nebin! Ne em ê li pêşberî tecrîd û îzolasyona AKP-Erdogan bêdeng bimînin, nej î li pêşberî zîhniyeta qirêj a 15'ê Tîrmehê" wê li paytext Viyana, li bajarên Graz, Bregenz û Înnsbrûckê çalakî bên lidarxistin.
Di daxuyaniya saziyên Kurd ên li vî welatî de bal hat kişandin girîngiya pêvajoya heyî û bang li Kurdistaniyan hat kirin ku tevlî çalakiyan bibin û xwedî li Ocalan derkevin.
DEM Û CIHÊ ÇALAKIYAN
Dem û cihê çalakiyên li Awûstûryayê bên lidarxistin bi vî rengî ne:
VIYANA
11'ê Tebaxê roja Pêncşemê, saet: 18:00
Cihê: Li Mînorîtenplatzê, li ber avahiyên Serokwezaretî û Wezareta Karên Hundir, mîtîng
13'ê Tebaxê roja Şemiyê, saet :19:00
Cih: Pêşiya avahiya Opera, meşa bi meşaleyan
GRAZ
11'ê Tebaxê roja Pêncşemê, saet: 15:00
Cih: Li pêşiya Şaredariya Grazê, mîtîng
13'ê Tebaxê roja Şemiyê, saet: 17:00
Cih: Li pêşiya Şaredariya Grazê, meş
BREGENZ
11'ê Tebaxê roja Pêncşemê
Wê dosya pêşkêşî Televîzyona Dewletê ORF ya navenda Bregenzê bê kirin
13'ê Tebaxê roja Şemiyê wê mîtîng bê lidarxistin
ÎNNSBRÛCK
13'ê Tebaxê roja Şemiyê, saet di 15:00
Cih: Meydana Annasaûle, mîtîng"