Şehîdê aştî û demokrasiyê Onder li Şengalê hate bîranîn
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate bîranîn.
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlementerê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder, li Şehîdgeha Ş.Dilgeş û Ş.Berxwedan a li Çiyayê Şengalê hate bîranîn.
Endamê Heyeta Îmraliyê û parlamenterê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber krîza dil şehîd ketibû, ji aliyê gelê Şengalê ve hate bîranîn.
Bernameya bîranînê li Şehîdgeha Şehîd Dilgeş û Berxwedan pêk hat. Civaka Êzidî, endamên TAJÊ û Rêveberiya Xweser tevlî bîranînê bûn.
Bîranînê bi deqeyeke rêzgirtinê hate destpêkirin.
Piştî rêzgirtinê der barê jiyan û têkoşîna azadî, demokrasî û aştiyê ya Sirri Sureyya Onder de sînevîzyonek hate pêşandan.
Bîranîn bi dirûşmeya şehîd namirin bi dawî bû.