'HDP gel e, ge li vir e'

Bi sedan endam û rêveberên HDP'ê, êrîş û serdegirtina polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê şermezar kirin. Cîgirê Hevserokên HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hiqûqa barbarî, hovîtî û talankirinê li ser kar e û ew vê yekê qebûl nakin.

Bi sedan endam û rêveberên HDP'ê, êrîş û serdegirtina polîsan a li dijî avahiya HDP'ê ya Stenbolê şermezar kirin. Cîgirê Hevserokên HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hiqûqa barbarî, hovîtî û talankirinê li ser kar e û ew vê yekê qebûl nakin.

Serê sibê polîsên Tirk bi ser avahiya HDP'ê ya Stenbolê de girt û zerarek mezin dan avahiyê. Welatî û endamên HDP'ê yên Stenbolê li ber avahiya HDP'ê ya bajêr kom bûn û êrîş şermezar kirin. Cîgirê Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sarûhan Olûç, endamên meclîsa HDP, rêveberên HDP'ê yên bajar û navçeyên Stenbolê jî di nav de bi sedan kes amade bûn. Girseya ku li ber avahiya HDP'ê kom bûn, sloganên "HDP gel e, ge li vir e", "Destê dirêjî HDP'ê dibin bila bişkên" û "Zext nikarin bi me" qîriyan. 

Di daxuyaniyê de endamê Koordînasyona Demokrasî û Kedê Guven Gerçek diyar kir ku ev êrîş bi ti awayî nayên qebûlkirin. Gerçek anî ziman ku demokrasî bi xebata sazî û dezgehan pêş dikeve û ger êrîşî ser saziyên wan bikin û rê li pêş xebatên wan bigirin demokrasî pêş nakeve. Gerçek, êrîş şermezar kir û diyar kir ku HDP ne bi tenê ye. 

Hevseroka HDP'ê ya Stenbolê Aysel Guzel jî anî ziman ku ev hiqûqî ne tenê li dijî partiya wan e û wiha got: "Ev êrîş li dijî aştî, demokrasî û xwehbiratiya gelan e. Weke partî em ê her tim li dijî van zextan têbikoşin û paşve gavan navêjin. Tenê rêyek heye ew jî rêya demokrasî û aştiyê ye."

Hevserokê HDP'ê yê Stenbolê Dogan Erbaş anî ziman ku ev êrîş li dijî demokrasiyê pêk hatiye û ew ê li dijî vê bêhiqûqê bêdeng nemînin. 

Cîgirê Hevserokên HDP'ê Sarûhan Olûç diyar kir ku hiqûqa barbarî, hovîtî û talankirinê li ser kar e û ew vê yekê qebûl nakin.