ROJANE
Hemû Nûçe
-
Yuksekdag: Ên ku li bajarên Kurdan darbe kirin, li Enqerê darbe ferz kirin
Yuksekdag: Kesên ku hûn ê wekî qeyûmê tayin bikin, ew genarelên darbekar ketibin çi halî, wê têkevin heman halî. Ên ku li bajarên Kurdan darbe kirin, li Enqerê darbe ferz kirin. -
15’ê Tebaxê tê silavkirin, azadiya Ocalan tê xwestin
Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pîrozbahiya Pêngava 15’ê Tebaxê çalakî didomin. Kurdên li Elmanya, Frans û Yewnanîstanê azadiya Ocalan xwestin, 15’ê Tebaxê silav kirin. -
Ozgur Gundem: Em ê serê xwe netewînin!
Rêveberê Weşana Giştî ya Rojnameya Ozgur Gundemê Zana Kaya got, "Kevneşopiya çapemeniya azad wê serî li ber ti biryara darbeyê netewîne û wê heta dawiyê mafê agahdarbûna gel biparêze." -
Êrîşa li çapemeniya azad: Ozgur Gundem hat girtin
Rojnameya Ozgur Gundemê ji aliyê 8. Dadgeha Ceza ya Sûlhê ya Stenbolê ve hat girtin. -
Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin
Operasyonên qirkirina siyasî li Şirnex û Mersînê dewam kirin. Ji nûçegihanê DÎHA'yê yê li Sêrtê hatiye binçavkirin jî ev 4 roj in agahî nayê girtin. -
KCDK-E: Em ji bo azadiya Ocalan çalakiyên xwe zêde bikin
KCDK-E xwest, têkildarî ewlekarî û tenduristiya Ocalan de derhal gavek bê avêtin û got, divê hevdîtin were kirin. KCDK-E bang li gelan û hemû hêzên demokratîk jî kir, ku çalakiyên ji bo Ocalan zêde bikin. -
'15'ê Tebaxê çarenûsa Kurdistanê û Rojhilata Navîn guherand'
Partiya Azadiyê ya Mezopotamyayê 15'ê Tebaxê pîroz kir û got, "Ev pêngav li dijî hemû hêzên dixwestin Rojhilata Navîn bikin dojeh, pêngaveke dîrokî bû." -
Devrîmcî Karargah serketina Minbicê pîroz kir
Devrîmcî Karargah (Biryargeha Şoreşger) serketina Minbicê pîroz kir û got, "Serketina Minbicê, asteke girîng û taybet a Şoreşa Rojava ye li dijî mêtîngerî û emperyalîzmê." -
Leşkerên li Îmraliyê hatin binçavkirin, hatin girtin
Ji sê leşkerên li Girava Îmraliyê wezîfedar ên piştî hewldana darbeyê hatin binçavkirin, serpel Hasan Urkut û berbaz Mehmet Sarica hatin girtin. -
Ozel û Erdogan fermana komkujiya li Roboskî dan
Fermana êrîşa hewayî ya li Roboskî ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Necdet Ozel ve hat dayîn. Erdogan jî heman piştî komkujiyê Ozel pîroz kiribû. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay jî gotibû 'Eger neçûbûna wir, nedimirin'." -
Li Stockholmê pîrozbahiya rengîn a 15'ê Tebaxê
Ciwanên Kurd ên li paytexta Swêd Stockholmê dijîn, 32. salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li navenda bajêr pîroz kirin. -
KNK'ê qetilkirina Wedat Hisên Elî şermezar kir
Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî şermezar kir û xwest, kiryar derhal bên cezakirin. -
Li Kuçukçekmeceyê 7 wesayît hatin şewitandin
Li Kuçukçekmeceyê ya Stenbolê 7 wesayît hatin şewitandin. -
'Rojava dikare ji ciwanên Fransayê re bibe îlham'
Ciwanê Fransayî, ku 9 meh in di nava refên YPG'ê de têdikoşe got, "Eger DAIŞ li mala me li me dide, divê em jî li mala wan, li wan bidin." -
Pîrozbahiyên 15'ê Tebaxê yên li Ewropayê
Ji bo silavkirina salvegera pêngava 15'ê Tebaxê, Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn civîn, meş û pîrozbahî lidar xistin. -
Gelek kes li Şirnex û Enqereyê hatin binçavkirin
Di serdegirtinên malan a navçeya Silopiyayê ya Şirnexê de gelek kes hatin binçavkirin. Jimara kesên ku li Taxa Tûzlûçayir a Enqereyê de hatin binçavkirin gihişte 11’an. -
YPG: Çeteyên ku êrîş kirin; derbên giran xwarin
YPG’ê diyar kir ku 14’ê Tebaxê çeteyên DAIŞ’ê yên ku li hember herêmên Başûrê gundê Til Lebhah ê 42 km dikeve bakurê gundê Mekmen ê girêdayî Şedadê êrîşekî berfireh lidar xistin, derbên giran xwarin. Çeteyek bi saxî hate girtin. -
Yasaya ku êrîşê dibe ser vîna gel sibehê diçe Meclîsê
Yasaya tûrik a ku êrîşê dibe ser vîn û destketiyên Kurdan sibehê li Meclîsê wê were guftûgokirin. -
Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî ya li Aydin, Îzmîr, Agirî û Amedê dewam dikin. -
Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coşek mezin tê pîrozkirin
Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li gelek deverên cîhanê bi kelecanek mezin tê pîrozkirin. -
Akademîsyenên Misrî: Serketina Minbicê dikare rê li ber çareseriya li Sûriyeyê veke
Akademîsyenên Misrî der barê rizgarkirina Minbicê de, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin, ji ANF'ê re axivîn. -
Sê leşkerên li Îmraliyê wezîfedar hatin binçavkirin!
Yek serpel û 2 berbazên li Îmraliyê wezîfedar, di operasyona FETO/PDY de hatin binçavkirin. -
Ciwanên Kurd ji bo Ocalan çapemeniya Elman ziyaret kirin
Ciwanên Kurd li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê navendên çapemeniyê ziyaret kirin û tecrîda girankirî ya li se Ocalan anîn rojevê. -
NCDK a Celleyê kongreya xwe pêk anî
Di kongreya NCDK a Celleyê de banga geşkirina berxwedanê hate kirin. -
Komîsyona Lêkolînê: Dibe ku şewata li nexweşxaneya Yermûkê bi zanebûn hatibe derxistin
Hat gotin, dibe ku şewata 10'ê Tebaxê ya li Nexweşxaneya Jinê û Welidînê ya Yermûkê ya li Bexdayê, ku zêdeyî 10 pitikan jiyana xwe ji dest dane, dibe ku bi zanebûn hatibe derxistin.