Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin

Li Mêrdîn, Edene, Enqere û Mersînê, di operasyonên qirkirina siyasî de gelek kes hatin binçavkirin.

Operasyonên qirkirina siyasî yên li hemberî Kurdan, bi fermana AKP/Qesrê dewam dikin. Li Mêrdîn, Edene, Enqere û Mersînê gelek kes hatin binçavkirin.

MÊRDÎN

Li navçeya Artûklû ya Mêrdînê, rêveberiya KJA'yê Gulîstan Înan ji aliyê polîsên sivîl ve hat binçavkirin. Înan birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr. Her wiha endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Mahîr Dogû Tekîn ê duh hatibû binçavkirin, li Midûriyeta Emniyetê ya Bajêr tê ragirtin û destûr nayê dayîn parêzer wî bibînin.

EDENE

Li Edeneyê, polîsên Tirk ji bo girtina îfadeyê hunermendê NÇM'ê û endamê Koma Pel Devrîm Ozluk (15) binçav kir. Ozluk li Şaxê Zarokan ê Emniyeta Edeneyê tê ragirtin.

ENQERE

Li navçeya Sîncan a Enqereyê, malbateke Kurd a li avahiyên Polatli TOKÎ dimîne, bû hedefa êrîşeke nîjadperestî. Di vê bûyera ku ji ber êrîşa koma nîjadperest rû da de, 4 kesên ji koma nîjadperest birîndar bûn û rakirin nexweşxaneyê. Welatiyên bi navê Hayretîn Ozpolat, Nûsret Ozpolat, Mûhammed Ozpolat û Bereket Ozpolat ên bûn hedefa êrîşê, ji aliyê polîsên Tirk ve hatin binçavkirin.

MERSÎN

Li navçeya Tarsûs a Mersînê, polîsan danê sibehê avêtin ser gelek malan. Di serdegirtinan de gelek kes hatin binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Tarsûsê.