Macron wê li Parîsê Şara qebûl bike
Serokkomarê demkî yê li Şamê Ahmed El Şara wê roja Çarşemê li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Serokkomar Emmanûel Macron ve bê qebûlkirin.
Serokkomarê demkî yê li Şamê Ahmed El Şara wê roja Çarşemê li paytexta Fransa Parîsê ji aliyê Serokkomar Emmanûel Macron ve bê qebûlkirin.
Li gorî daxuyaniya Qesra Elysee ya ku ji AFP'ê re kir, Ahmed el Şara ku piştî hilweşîna Beşar Esad bû desthilatdar, wê serdana xwe ya destpêkê ya li Ewropayê li Parîsê bike û ji aliyê Emmanûel Macron ve bê pêşwazîkirin.
Heman çavkaniyê diyar kir ku Serokkomarê Fransayê wê "Ji bo avakirina Sûriyeyeke nû ya hurmetê nîşanî hemû pêkhateyên civaka Sûriyeyê dide, serwer, aram û azad, dubare bike."
Serokkomariya Fransayê ragihand ku ev civîn dewama soza dîrokî ya Fransayê ya ji bo Sûriyeyiyan e ku demokrasî û aştiyê dixwazin."
Serokkomarê Fransayê di destpêka meha Sibatê de lîderê demkî yê Sûriyeyê vexwendibû Fransayê.
Dawiya meha Adarê ev vexwendin bi şertê avakirina Sûriyeyeke ji hemû pêkhateyên civaka sivîl û misogerkirina ewlehiya welêt ve hatibû girêdan û hevdîtinên destpêkê yên di vê çarçoveyê de 'erênî' hatibû nirxandin.