Tecrîd li Erîvanê bi civîneke çapemeniyê hat şermezarkirin
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, saziyên Kurd ên li vî welatî civîneke çapemeniyê lidar xistin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ti agahî jê nayê girtin, şermezar kirin.
HARÛN HÊVÎ
ERÎVAN
pêncşem, 11 gelawêjê 2016, 12:57
Li paytexta Ermenîstan Erîvanê, saziyên Kurd ên li vî welatî civîneke çapemeniyê lidar xistin û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve ti agahî jê nayê girtin, şermezar kirin.
Daxuyanî ji aliyê Kurdistan Komîte û Şewra Kurdên li Ermenîstanê ve li navenda PEN a Emrenîstanê hat dayîn. Tevî nûnerên saziyên Kurdan, gelek nivîskar û rewşenbîr jî di civînê de amade bûn.
Serokê Şewra Kurdistanê Kinyasê Hemîd daxuyanî da çapemeniyê û tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermerzar kir.
Hemîd bang li saziyên mafên mirovan ên navneteweyî û welatên Ewropayê kir, ku dawî li vê rewşa xwe ya bêdeng bînin û zextê li dewleta Tirk bikin, ku rê li ber hevdîtina bi Ocalan re bê vekirin.
Emîn got, Em weke Kurdên li Ermenîstanê daxwaza azadiya Rêberê xwe û welatê xwe dikin.
FEDERASYONA DEMOKRATÎK A BAKURÊ SÛRIYEYÊ-ROJAVA HAT SILAVKIRIN
Serokê Şewra Kurdistanê Kinyasê Hemîd di dewam axaftina xwe de, Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê-Rojavayê Kurdistanê silav kir û serketina hêzên YPG/YPJ û QSD'ê pîroz kir.
Piştre Seroka Kurdistan Komîte Jînîka Qadir mafê axaftinê wergirt û li ser navê Kurdistaniyên li Ermenîstanê dijîn, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi tundî şermezar kir.
Qadir da xuyakirin, ku piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê fikarên wan ên li ser jiyana Ocalan zêde bûne û xwest, derhal hevdîtin bê kirin.