Kartal û Aydar: 'Herbijî' welatparêzekî mezin bû

Remzî Kartal û Zubeyîr Aydar destnîşan kirin, ku Celal Ozkan (Herbijî) yê ji ber nexweşiya kanserê çû ser dilovaniya xwe, welatparêzekî mezin bû û gotin, "Welatparêzekî mînak bû, ku jiyana xwe diyarî Têkoşîna Azadiyê ya Kurd kiribû."

Celal Ozkan ku di nava Kurdan de weke Herbijî tê naskirin, tevî Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê, Parlamenta Kurdistanê ya li Derveyî Welat (PKDW), Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK), Heyva Sor a Kurdistanê û MEYA-DER a Ewropayê, di nava gelek saziyên Kurdistanê de cih girt. Ozkan ê bi nexweşiya kanserê ketibû, berî 20 rojan rakiribûn Nexweşxaneya Mehmet Akîf Înan a Perwerde û Lêkolînê ya Rihayê. Celal Ozkan li vê derê çû ser dilovaniya xwe.

Hevserokê KONGRA GEL Remzî Kartal û Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar ku demeek dirêj bi Celal Ozkan re xebitîn gotin, "Emrê wî bi têkoşînê bihurî. 3 zarokên xwe da vê têkoşînê. Xwedî kedeke mezin bû. Divê her kes vê kesayetiya têkoşer îro ji xwe re bike mînak."

KARTAL: DIVÊ EM HÊJAYÎ HERBIJÎ BIN

Kartal ji malbata Ozkan û gelê Kurd re sersaxî xwest û got, "Jiyana Herbijî bi têkoşîna azadiyê ya Kurd derbas bû. Ew bi xwe, zarok û malbatên wî ji bo vê têkoşîna bi rûmet a gel jiyan. Bû endamê damezrîner ê gelek saziyên Kurd û xebatên gelekî mezin meşand. Xwedî kedeke mezin bû. Her tim pêşengî ji vê civakê re kir. Di nava gerîla de û di temsîliyeta Serko Apo de her tim sembolek bû. Em xemgîn in, lê serbilind in. Bi mirina fîzîkî re jiyan naqede. Jİ ber ku wî gelek tiştên hêja li pişt xwe hişt. Weke hevalên wî, em ê hewl bidin di têkoşîna azadiyê ya Serok Apo û gelê xwe de hêjayî wî bin. Pêwîste rewşenbîrên me, gelê me û welatparêzên me wî ji xwe re mînak bibînin û bi vî rengî bi berpirsyariyên xwe rabin."

AYDAR: WELATPARÊZEKÎ MÎNAK BÛ

Aydar jî diyar kir, ku wî demeke dirêj Ozkan nas dikir, li gelek saziyan pê re xebatên siyasî meşand û anî ziman, ku ji ber wefata wî, ew xemgîn e. Aydar got, "Herbijî li hemû parçeyên Kurdistanê xizmet da gelê xwe. Heval û dostê Serok Apo bû. Bi hewldanên wî, tevahiya malbata wî di nava refên têkoşînê de cih girt û 3 zarokên wî di nava refên gerîla de şehîd ket. Weke malbat di nava têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên mezin da Di serîd e Meclîsa Neteweyî ya Kurdistanê, PDKW, KNK û Heyva Sor a Kurdistanê, di damezrandina gelek saziyên Kurd de cih girt û xebitî. Li gelek saziyan zêdeyî 20 salan em bi hev re xebitîn. Di nava gel de gelekî dihat hezkirin. Me bi hev re hewl dan bûyerên di nava gel de çareser bikin. Xwedî mîsyonek aştiyane bû. Welatparêzekî mînak bû. Mixabin di dema dawî de neçar ma li hemberî nexweşiyê li ber xwe bide. Sala xwe ya dawî jî li Kurdistanê derbas kir û li wir koça xwe ya dawî kir. Gelek tişt hene ku dikare ji bo Herbijî bê gotin. Ji ber ku em dostên wî ne, hevalên wî ne, serê me bilind e. Ji bo têkoşîna me windahiyek mezin e. Hem tevger, hem jî hevalên wî ji ber koça wî gelekî xemgîn in. Lê belê li pişt xwe kedeke mezin û û têkoşîneke xurt hişt. Em ê hewl bidin hêjayî wî bin."