BI DÎMEN

Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo li 5 bajarên Swêdê hat bîranîn

Şervanê YPG'ê Fîraz Kardo (Badeen Al) ê di operasyona rizgarkirina Minbicê de jiyana xwe ji dest da, li 5 bajarên Swêdê hat bîranîn.

Ji bo Kardo yê roja 3'ê Tebaxê li Minbicê şehîd ket, li Stockholm, Goteborg, Malmo, Ostersûnd û Ûmeayê saet di 19:00 de li qadan merasîm hatin lidarxistin. Tevî Kurdistaniyan gelek Swêdî û koçberên ji welatên cuda tevlî merasîman bûn.

Merasîm ji aliyê Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Swêdê, PYD û Komîteyên Rojava ve hatin organîzekirin. Nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl li vir axivîn û diyar kirin, têkoşîna hêzên Kurd ên li Rojava li dijî çeteyên DAIŞ'ê dimeşînin, ji bo hemû gelên bindest ên cîhanê bûye çavkaniya hêviyê, lewma ji gelek welatên cîhanê mirov tevlî nava refên YPG/YPJ'ê dibin.

Welatiyê Swêdê yê ji Başûrê Kurditanê Fîraz Kardo, tevî ku 59 salî bû û xwedî karekî baş bû, berê xwe da Rojavayê Kurdistanê û di nava têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de bi baweriya ji Şoreşa Rojava, cihê xwe girt.

BÎRANÎNA LI STOCKHOLMÊ LI BER PEYKERÊ 'LA MANO' PÊK HAT

Merasîma li paytext Stockholmê li ber peykerê La Mano hat lidarxistin, ku ev peyker ji bo bîranîna dildarên Swêdî yên di têkoşîna li dijî rejîma Franco de şehîd ketin, hat amadekirin. Wêneyê Kardo bi peyker ve hat kirin, li pêşiya bîrdariyê find hatin vêxistin û gul hatin danîn.

Ji bo Kardo û hemû şoreşgerên di têkoşîna civakî û rizgariya neteweyî de jiyana xwe ji dest dane, deqeyek rêz hat girtin û piştre li ser navê Komîteyên Rojava Marîa Karlsson axivî.

Karlsson da xuyakirin, ku Kardo di destpêka vê salê de tevlî nava refên YPG'ê bû û di operasyona rizgarkirina Minbicê de şehîd ketiye. Karlsson bal kişand ser girîngiya têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê û faşîzmê.

DIVÊ DESTEK JI CIWANÊN KURD RE BÊ DAYÎN

Karlsson da zanîn, li gelek welatên cîhanê ji bo sîstemeke civakî ya demokratîk û wekhev, li dijî faşîzmê têkoşîn tê meşandin û diyar kir, têkoşîna herî bi bandor a li hemberî faşîzmê, ji aliyê hêzên YPG/YPJ'ê ve tê meşandin Karlsson destnîşan kir, ku divê piştgiriya navneteweyî bê xurtkirin û destek ji hêzên Kurd ên li hemberî çeteyên li dijî mirovahiyê têdikoşin, bê dayîn.

APÊ WÎ: EM BI FÎRAZ SERBILIND IN

Apê Fîraz Kardo jî di merasîma bîranînê de axivî û anî ziman, ku Kardo ji Şoreşa Rojava bawer kir, lewma di nava refên YPG'ê de şehîd ket. Apê Kardo got, "Em her tim bi wî serbilin in. Li Malmoyê weke teknîsyenê teknolojiya agahiyê dixebitî. Têkiliya biraziyê min bi ti partiyeke siyasî re tinebû. Di oxira gelê xwe de şer kir û şehîd ket. Fîraz ne şehîdê destpêkê yê Kurdistanê ye, ne jî wê bibe yê dawî. Lê belê hêja ye ji bo azadiya Kurdistanê mirov şehîd bikevin. Fîraz dizanîbû ku ew ê bimire, tevî vê yekê jî canê xwe ji bo welatê xwe feda kir. Îro li Başûrê Kurdistanê hat veşartin."

WEKE PARTIYA ÇEP EM Ê PIŞTGIRIYA XWE YA JI BO ROJAVA ZÊDE BIKIN

Parlamenterê Partiya Çep Danîel Rîazat jî da xuyakirin, ku di encama têkoşîna bi biryar a YPG/YPJ'ê de çeteyên DAIŞ'ê li Rojava derba mirinê xwarine û destnîşan kir, ku bi rizgariya Minbicê re wê rêveçûna şerê li Sûriyeyê bi rengekî erênî biguhere.

Rîazat diyar kir, ew ji siberoja Rojava bi hêvî ye û got, "Weke Partiya Çep em ê desteka xwe ya ji bo têkoşîna li Rojava bidomînin. Em ê piştgiriya xwe ya jib o berxwedana li Bakur û Rojavayê Kurdistanê zêde bikin. Bûyer û qewimînên li wan deveran ji nêz ve dişopînin."

BERXWEDANA LI ROJAVA DIŞIBE TÊKOŞÎNA SALÊN 1930 A LI DIJÎ FAŞÎZMA LI SPANYAYÊ

Ji Komîteyên Rojava Phîlîpp Kosta jî da xuyakirin, ku mîna piştgiriya navneteweyî ya di şerê navxweyî yê Spanyayê li hemberî faşîzma Franco hat meşandin de, îro li Rojava di şerê li hemberî DAIŞ'ê de tê nîşandan. Kosta got, "Fîraz weke welatiyekî Swêdê yê ji Başûrê Kurdistanê, ji Swêdê çû Rojava ji bo li dijî çeteyên DAIŞ'ê şer bike. Di salên 1930 de, bi sedan Swêdî di şerê navxweyî yê Spanyayê de tevlî nava refên Komarparêzan bûn. Ji ber vê yekê em merasîma xwe ya bîranînê li vir, li ber peykerê bîranîna Swêdiyên li Spanyayê şehîd ketin, lidar dixin.

Di vê navberê de, TV4 û piştre çapemeniya nivîskî ya Swêdê yekemcar nivîsand ku welatiyekî Swêdê di nava refên YPG'ê de di şerê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de li Minbicê jiyana xwe ji dest daye.

...