ROJANE
Hemû Nûçe
-
Parlementoya eyaleta Hambûrg ji aliyê ciwanên Kurd ve hate dagirkirin
Parlementoya eyaletê ya ku li bajarê Hambûrg a Elmanyayê ji aliyê ciwanên Kurd ve qasî saetekê hate dagirkirin. -
Jangland, bi HDP’yiyan re civiya
Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag, bi Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê Thorbjorn Jagland re civiya. Yuksekdag, bal kişand ku li Tirkiyeyê pêşketina demokratîkbûnê, hê jî pêdiviyekî pir girîng e. -
Giriyên jin ên li Girtîgeha Gebzeyê ji bo Ocalan di nava çalakiyan de ne
Girtiyên PKK’yî û PJKA’ê yên li Girtîgeha Sergirtî ya Jinan a Gebzeyê, ragihandin ku ji bo li hember tecrîda li ser Ocalan wê bikevin nava çalakiyan. Girtiyan, diyar kir ku di vê çarçoveyê de wê gelek nameyan ji bo derdorên cuda bişînin. -
Hevdîtina bi Ocalan re dîsa hat astengkirin
Serlêdana parêzer û malbata Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ji bo hevdîtinê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê ve careke din hat redkirin. -
‘Ji bo piştevaniya Rojava pirekê lêke’
Li bajarê Eûpen ê Belçîkayê wê di aktîvîteyekê de ji bo lêkirina wargehek zarokan ên ku dema Şoreşa Rojava de dê û bavên wan jiyana xwe ji dest dane, piştgirî bê kirin. -
YPG: Êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Kobanê didomin
YPG’ê diyar kir ku 3’yê Tebaxê di saetên nîvro de çeteyên DAIŞ’ê ji çeperên xwe yên Cerablûsê fûze avetin gundê Zormixar a dikeve rojavayê Kobanê û êrîşî gundê Şêxlerayê. -
HPG: Li Şemzînanê 14 leşker hatin kuştin, 1 jê payebilind e
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê da xuyakirin ku di çalakiyên gerîla de ku li dijî operasyona li navçeya Şemzînan a Colemêrgê li dar dixin, 14 leşkerên din jî hatine kuştin. Li heman herêmê di 3 rojan de bi giştî 36 leşker hatin kuştin. -
Du ciwanên ev 12 roj in li ber xwe didin sewqî dadgehê hatin kirin
Mehmet Alî Genç û Metîn Kosemen ên li Midûriyeta Polîsan a Rihayê îşkence li wan hat kirin û 12 roj in di greva birçîbûnê de ne, sewqî edliyeyê hatin kirin. -
Kurdistaniyên li Ewropayê Şengal ji bîr nekirin
Li gelek bajarên Ewropayê, ji ber salvegera duyemîn a Qirkirina Şengalê çalakî hatin lidarxistin. Di çalakiyên li Elmanya, Belçîka û Hollandayê de DAIŞ û hevkarê çeteyan AKP bi tundî hatin şermerzarkirin. -
Malbata Hesê ya Şengalî: Em ê ti carî desteka PKK û YPG’ê ji bîr nekin
Piştî Qirkirina Şengalê gelek Êzidî neçar man koçî Ewropayê bikin. Malbata Hesê jî yek ji wan e. -
Li Parîsê çalakiyê ji bo azadiya Ocalan hatin lidarrxistin
Li gelek cihên Parîsê, ji bo azadiya Ocalan û şermezarkirina Qirkirina Şengalê çalakî hatin lidarxistin. -
Komkujiya Şengalê li Swîsreyê hat şermezarkirin
Ji ber salvegera Komkujiya Şengalê li bajarên Zurîch, Basel, Lûzern, Chûr û Wînterthûrê çalakî hatin lidarxistin. -
‘Heta Ocalan azad nebe, pêşî li darbeyan nikare bê girtin’
Hunermend Ferhat Tûnç, tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û hewldana darbeyê nirxand û got, ji bo pêşîgirtina li darbeyan divê Ocalan azad bibe. -
Li Elmanya û Fransayê çalakiyên ji bo azadiya Ocalan
Li bajarên Dûîsbûrg, Kîel û Heîlbronn ên Elmanyayê û li bajarê Marsîlya yê Fransayê, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî hatin lidarxistin. -
Malpera JINHA’yê cara 7. hat astengkirin
Serokatiya Ragihandinê ya Telekomunîkasyonê (TÎB) careke din malpera Ajansa Nûçeyan a Jinê (JINHA) girt. -
Gelek HDP’yî hatin binçavkirin
Li Antalyayê, di serdegirtinên danê vê sibehê de gelek HDP’yî û xwendekar hatin binçavkirin. -
Bav Ataş: Em ê bi piştgiriyê, keça min bînin xaka lê ji dayik bûye
Mehmet Ataş bavê Eylem Ataş dixwaze, bi piştgiriyeke xurt cenazeyê keça xwe ji Rojava bîne Edeneyê û li cihê lê ji dayik bûye bispêrin axê. Bav Ataş got, "Niyeta dewletê çi dibe bila bibe, em ê bi piştgiriya hev, keça min bînin." -
Komkujiya Şengalê li Swêdê hat şermezarkirin
Di salvegera duyemîn a Komkujiya Şengalê de, li bajarê Orebro yê Swêdê bi meşek û mîtîngekê çeteyên DAIŞ'ê hatin şermezarkirin. Kurdistaniyên li paytext Stockholmê dijîn jî wê îro bi heman armancê dakevin kolanan. -
Li Dersimê li hember tabûra hêzên taybet çalakî
Li hember Fermandariya tabûra hêzên taybet a li gundê Geyîksûyû ya girêdayî navenda Dersimê, gerîlayan bi çekên lûle dirêj çalakiyek lidar xistin. -
Li Şemzînanê qedexeya kolanan hate rakirin
Qedexeya kolanan a li ser gundikê Serero û gundê Şapatan ê girêdayîn navçeya Şemzînan a Colemêrgê hatibû îlankirin, hate rakirin. -
MLKP Rojava: Duh Şengal hate azakirin dor a Minbicê ye
MLKP Rojava, qirkirina Şengalê şermezar kir û wiha got: ‘’Dîrok û mirovahiyê ji bîr nekir bê ka Şengal çawa û kê azad kir û wê ji bîr neke. Duh Şengal hate azadkirin, niha dora Minbicê ye.’ -
Li Siyasetmedarê Kurd Kavak 3 sal cezayê hepsê hate birîn
Li Siyasetmedarê Kurd Bedrettîn Kavak ê li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê dihat darizandin, 3 sal cezayê girtîgehê hate birîn. Kavak ê ev salek e girtî ye, wê 2 salên din jî girtî bimîne û 27 salên temenê xwe di girtîgehan de derbas bike. -
SPYG: PDK’ê Şengal firot û ti hêzên herêmî û navdewletî dengê xwe nekirin
Saziya Yekîtî û Piştgiriya Gelan bi boneya 2’yemîn salvegera Qirkirina Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand û got, “Roja 3’yê Tebaxê divê weke Roja Şengalê ya Cîhanî were erêkirin.” -
Bîlgen: Bi Îmraliyê re hevdîtin pêk neyê, wê şer kûrtir bibin
Berdevkê HDP’ê Bîlgen, bertek nîşanî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan da, divê bi lezgîn bi Îmraliyê re hevdîtin pêk were. Bîlgen diyar kir ku fikarên têkildarî rewş û tendirustiya Ocalan wê pêvajoya şer hê kûrtir bike. -
Komkujiya Qamişloyê li Soderhamnê hat şermezarkirin
Komkujiya Qamişloyê li navçeya Soderhamn a Swêdê bi meş û mîtîngekê hat şermezarkirin.