ROJANE
Hemû Nûçe
-
‘Heta ku tecrîd bi dawî nebe mekanîzmeya darbeyê bi dawî nabe’
Rêxistina HDP’ê bajêr li Kadikoyê bi sirûda “Li dijî darbeyê demokrasî, ji bo aştiyê dawî li tecrîda Îmaraliyê bînin” li Kadikoyê li ser rêya Halîtaga daxuyaniya çapemeniyê da. -
YAT: 2 çete hatin kuştin
Navenda Çapemeniya YPG’ê ragihand ku Yekîneyên Antî Teror (YAT) li Rojhilatê bakurê Reqayê li dijî nûqteyekî DAIŞ’ê çalakiyek lidar xistin. Di çalakiyê de 2 çete hatin kuştin. -
Xizmên kesên ku hatine nebedîkirin: Heta ku kujer bêne cizakirin em ê li derve bin
Kesên ku nasên wan ji hêla dewletê ve hatine nebedîkirin, vê heftê jî lêgerîna xwe ya dadmendiyê domandin. Li Amed, Êlih û Îzmîrê li aqûbeta kesên ku hatin nebedîkirin hate pirsîn. Di çalakiya de, Hûrşît Kulter jî hate pirsîn. -
‘Pêwîstiya me bi çapemeniya azad heye’
Dayikên Aştiyê li pêşiya Amadeyiya Galatasarayê cara 593’emîn kom bûn, vê hefteyê ji bo nûçegihaên Ozgur Gundemê Ferhata Tepe edelet hate xwestin. -
DDB jî alîgirê kaosê ye: Ji bo Ocalan pêwîstî bi biryara tevdîrê nîne
Piştî hewldana darbeyê fikarên têkîldarî tenduristî û ewlehiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zêde bûn. Li ser vê parêzeran bi daxwaza biryara tevdîrê serî li Dadgeha Destûra Bingehîn (DDB) dan, lê dadgehê bersiva neyênî da. -
Li Ewropayê çalakiyên ‘’Ji Ocalan re azadî’’ berbelav dibin!
Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku di bin tecrîdeke giran de ye, bi çalakiyan azadiya Ocalan daxwaz dikin. Di çalakiyên duh û îro de hate xwestin ku bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin werin kirin. -
DAÎŞ’ê li Hewîcê sîvîl qetil kirin
Çeteyên DAÎŞ’ê li navçeya Hewîcê ya bakurê Kerkûkê 85 sîvîl qetil kirin. -
93 girtî hatin sirgûnkirin
93 girtiyen li Girtîgeha Tîpa D a Amedê dihatin girtin, sirgûnî Girtîgeha Tîpa H a Dîlokê hatin kirin. Hat diyarkirin 24 girtî di 5'ê Tebaxê de hatin sirgûnkirin , 69 girtî jî wê piştre bên sirgûnkirin. -
Êrîşên li dijî Elewiyan encama polîtîkayên dewletê ne
Serokê Komaleya Çanda Pîr Sûltan Abdal a Amedê Cafer Kolûman êrîşên li dijî Elewiyan wek parçeyek polîtîkaya dewletê ya naguhere nirxand, ji bo derbaskirina kaosa li welat jî banga avakirina bloka demokrasiyê kir. -
‘Gerîlayê Kurdistanê têkoşîna li dijî DAÎŞ’ê diyar kir’
Gerîlayên ku Mexmûr ji dagirkeriya çeteyên DAÎŞ’ê rizgar kirin, destnîşan kirin ku serkeftina Mexmûrê di paqijkirina Kurdistanê de xwedî rolek diyarker e. -
Li rojavayê Minbicê depoyek sabotajê ya DAÎŞ’ê hate dîtin
Li navenda bajarê Minbicê operasyona şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê didome, di operasyonan de depoyek sabotajê û teqemeniyên çeteyên DAÎŞ’ê hatin desteserkirin. -
Li Colemêrgê herî kêm 2 leşker hatin kuştin
Li bejahiya navçeya Şemzînan a Colemêrgê gerîlayên HPG’ê yekîneyên artêşa Tirk kirin hedef û herî kêm 2 leşker kuştin. -
15 girtiyên din hatin sirgûnkirin
Bi hinceta “cih nîne” ji Girtîgeha Tîpa H a Erziromê 15 girtî hatin sirgûnkirin. -
Li Elmanyayê eyalet dersên Îslamê yên DÎTÎB’ê xistin pey şopandinê
Hikûmeta Eyaletê ya Rheînland-Pfalzê ragihand ku wan muzakereyên bi biwara dersên Îslamê yên ku li DÎTÎB’ê têne birêveberin û li dibistanan dixwazin bidin rawestandine. -
Tirkiye ji bo YE’yê têra xwe ‘’ne giha ye’’ lê muzakere wê berdewam bikin
Bangên hikûmeta Awûsturyayê yên der barê rawestandina muzekereyan ên Yekitiya Ewropayê ya bi Tirkiyê re, di van demên dawî de pirî caran bû rojev. -
Ji Amedê 48 girtî wê bên sirgûnkirin
TUHA-DER'ê daxuyand ku ji Girtîgeha Tîpa D a Amedê 48 girtî wê bên sirgûnkirin -
Qirkirina Şengalê li St. Petersbûrgê hat şermezarkirin
Kurdistaniyên li bajarê St. Petersbûrg ê Rûsyayê dijîn, bi gelek çalakiyan Qirkirina Şengalê şermezar kirin. -
Walî Mûtlû ne ji ber kuştinên li Kurdistanê lê ji ‘darbekariyê’ hate girtin
Pirsên ku li bendê ne werin bersivandin: Ji ber sûcên ku li hemberî Kurdan, dema ku li Silopyayê peywirdar bû wê dest bi darizandinê bikin? Li gel bîrên asîdê yên li Silopyayê wê ji mirina Ceylan Onkol, Berkîn Elvan û Dîlan Alp were darizandin? -
Bavê Elvan: Niha ew bi terorîstiyê têne darizandin
Bavê Berkîn Elvan, Samî Elvan, piştî ku Waliyê Berê yê Stenbolê Huseyîn Avnî Mutlu hate girtin, diyar kir, ew ê weke xazî û malbatên Geziyê werin cem hev, ku hewce bike jî wê têkevin nav hewldanan. -
Qirkirina Şengalê li Stockholmê hat şermezarkirin
Qirkirina Şengalê ku beriya niha bi 2 salan ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve li hemberî Êzidiyan hat kirin, li meydana Sergel a paytexta Swêd Stockholmê bi xwepêşandanekê hat şermezarkirin. -
Ozyîgît: Pêwîstiya Tirkiyeyê bi herêmên xweser heye
Serokê Giştî yê TDP a Qibrisê Cemal Gursel Ozyîgît diyar kir, Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erodgan dixwaze rejîmeke dîkta ya sivîl ava bike. -
Med Nûçe ji bo Nisêbînê weşaneke taybet dike
Piştî Cizîr, Sûr û Geverê Med Nûçe vê carê ji bo Nisêbîniyan kampanya "Xwedîderketina malbatan a li hev" dide destpêkirin. Di vê çarçoveyê de wê îro êvarê saet di 18:00 de weşaneke taybet destpê bike û heta nîvê şevê dewam bike. -
Tecrîda li ser Ocalan li Stockholmê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, li paytexta Swêd Stockholmê bi çalakiyekê hat şermezarkirin. -
Serokê Giştî yê ÎHD’ê: Gel dikare tecrîda li ser Ocalan rake
Serokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan destnîşan kir, ku tecrîda li ser Ocalan binpêkirineke giran a mafên mirovan e û diyar kir, li welatên sîstema hiqûqê lê hilweşiya ne, nerazîbûna demokratîk û meşrû ya gel dikare pirsgirêkan çareser bike. -
Parlementoya eyaleta Hambûrg ji aliyê ciwanên Kurd ve hate dagirkirin
Parlementoya eyaletê ya ku li bajarê Hambûrg a Elmanyayê ji aliyê ciwanên Kurd ve qasî saetekê hate dagirkirin.