NÛ BÛ

Li Bavyerayê meşa dirêj a ji bo azadiya Ocalan

Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, bi pêşengiya jin û ciwanan wê di navbera 14-16'ê Tebaxê de meşeke dirêj bê lidarxistin.

Li eyaleta Bavyera ya Elmanyayê, bi pêşengiya jin û ciwanan wê di navbera 14-16'ê Teabxê de meşeke dirêj bê lidarxistin.

Çalakger wê dosyayên li ser azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û statuya Kurdistanê pêşkêşî Parlamenta Eyaleta Bavyera bikin.

Li ser navê Komîteya Amadekar der barê meşê de daxuyaniyek hat dayîn.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, meş wê ji bajarê Îngolstadtê destpê bike û heta Munchenê dewam bike. 

Li gorî vê yekê, wê ji bajarên Nurnberg, Ûlm û Îngolstadtê beşdarî li çalakiyê bibe.  Meş wê di 14'ê Tebaxê saet di 16:00 de li Theaterplatz a Îngolstadtê bi mîtîngekê destpê bike.