FLAŞ

Polîsên Tirk êrîşî avahiyên HDP'ê kirin

Piştî ku Erdogan hedef nîşan da, polîsên tîmên taybet ên dewleta Tirk avêtin ser avahiyên HDP'ê yên bajarê Stenbolê û navçeyên wê. Di serdegirtinan de deriyên avahiyan hatin şikandin û gelek kes hatin binçavkirin.

Polîsên dewleta Tirk danê vê sibehê avêtin ser avahiya HDP'ê ya Bajarê Stenbolê û gelek navçeyê wê. Polîsên tîmên taybet ên danê sibehê hatin avahiya HDP'ê ya bajêr a li Tarlabaşiyê, derî şikandin û ketin hundir. Polîsan bi saetan li hundir lêgerîn kirin û hundirê avahiyê belav kirin.

Tê gotin, di serdegirtinan de herî kêm 15 kes hatine binçavkirin.

HDP HEDEF HATIBÛ NÎŞANDAN

Serokkomarê Tirk Erdogan piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê, di daxuyaniyên xwe de HDP  hedef nîşan dabû.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş jî duh daxuyaniyek dabû û diyar kiribû, ku êrîşên li hemberî HDP'ê wê zêde bibin.