BI DÎMEN

Dirûşmên qêrîna ‘Azadiya Ocalan’ her ku diçe belav dibe

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne.

Kurdistaniyên ku li Ewropayê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di nava çalakiyan de ne.

MANNHEIM

Li bajarê Mannheîm ê Elmanyayê, ji bo azadiya Ocalan 40 kesan çalakiya bêîtihatiya sivîl lidar xistin. Televîzyonên mîna RNF Rhe,n Neckar Fershen TV, SWE 3 TV û Radyoaya Lûdwîgshafen Radîo Ragenbogen eleqeyek baş nîşanî çalakiyê dan, Kurdistaniyan li gel Rojnameyên Rheînplatz Zeîtûng û Mannheîmer Morgenê roportaj kirin.

DORTMÛND

Ji bo tecrîda li ser Rêberê Gelê kurd Abdullah Ocalan protesto bikin li bajarê Dortmûnd ê Elmanyayê di pêşengtiya Nevanda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jina a Rozerîn de li Gara Trenê çalakiyek hate lidarxistin.

BÎLEFELC

Li bajarê Bîlefelc çalakiya bêîtihatiya sivîl hate lidarxitin. Di çalakiyê de dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Es le be Ocalan” hatin qîrikririn. Çalakî bi daxuyaniya çapemeniyê ve bidawî bû.

BRÛKSEL

Li paytex Brûksel a Belçîkayê di pêşengtiya Navenda Civak Demokratîk û Meclîsa Jina a Şehîd bêrîtan de li pêşiya Parlementoya Ewropayê çalakiyek hate lidarxistin. Di çalakiyê de azadiya Ocalan hate xwestin, dirûşmên “Terorîst Tirkiye” û “Terorîst DAIŞ” hate qîrkirin.

Kurdistaniyan di çalakiyê de belavok belavkirin, têkildarî tecrîda li ser Ocalan dosyaya ku hatibû amadekirin radestî rayedarên PE’yê kirin.

GRAZ

 Kurdistaniyên ku li bajarê Gras ê Awûstûryayê dijîn, li pêşiya Şaredariya Graz a li navenda bajarê ji bo li dijî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurda Abdullah Ocalan çalakiya rûniştinê lidar xistin. Di çalakiyê de daxwaz ji welatên Ewropa hate kirin ku têkildarî tecrîda li ser Ocalan bikevin nava hewldanan.

Di çalakiyê de balavok hatin belavkirin.

STOCKHOLM

Tecrîdal Ii ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytext Stockholm a Swîsreyê jî li cihê cûda yên bajêr bi çalakiyan hate protestokirin.

2 gaziyên ku li ser maseyê bi tekerlek li cihê herî qelebalix ê bajêr pankarta “ Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statû” vekirin.

Komek Kurdistanî jî, li pêşiya parlementoyê çalakiyek li dar xistin.

Kurdistaniyên ku wêneyên Ocalan hilgiritin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ocalan gel e, gel li vir e” qîr kirin.

Piştî çalakiya ku 2 saetan domand û şûn de li ser rêya herî qelebalix a Drottnîngatan meşek hate lidarxistin. Piştre li qada Sergel a navenda bajêr hatin cem hev.

Komekî ciwan jî, li qada herî bi gengeşe li qata herî jor a Mala Çandê pankarta ku wêneyê Ocalan li ser û bi îngîlizî “Ji Ocalan re azadî” hate vekirin.

ROMA

Li paytext Roma ya Îtalyayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bi dawîkirina tecrîdê li stasyona trenê çalakiyek hate lidarxistin. Girseya ku wêne û posterên Ocalan û alên PKK’ê rakirin dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Ocalan vîna me ye” qîr kirin.

Girseyê tevî mûdaxeleya polîsan jî çalakiya xwe dewam kirin.

...