ROJANE
Hemû Nûçe
-
Li Parîsê bi hezaran kes ji bo Ocalan meşiyan
Li paytext Parîs a Fransayê, bi hezaran Kurdistanî û dostên wan ji bo tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan protesto bikin meş û mîtîng lidar xistin. -
Li Şemzînan operasyon
Li bejahiya gundê Evliya ya Şemzînanê bi beşdariya cerdevanan operasyona leşkerî hate destpêkirin. -
Çapemeniya dinyayê rizgariya Minbicê tevlî kêfxweşiya gel dît
Çapemeniya dinyayê azadkirina Minbicê ya ji çeteyan li gel kêfxweşiya gel par ve kir û ragihand. -
Li Yewnanîstanê dengê xwe li Tirkiyê kirin: Em ê dinyayê bi ser we de birûxînin!
Li Yewnanîstan, Atînayê ji bo azadiya Ocalan çalakiyek hate lidarxistin, di çalakiyê de dengê xwe li Tirkiyê kirin. -
Li 6 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Li bajarên Bakurê Kurdistanê û Izmîrê operasyonên qirkirina siyasî hatin kirin -
Edeneyê nobeda ‘Azadiya Ocalan’
Çalakiya nobedê ya ku bi şiyara ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re azadî li bajarê Çelê dewam dike. Çalakiya ku li Hatayê destpêkir, wê 14’ê Tebaxê li Edeneyê start bê dayîn. -
Ciwanan azadiya Ocalan xwestin, serkeftina Minbicê jî pîroz kirin
Ciwanên Kurdistanî yên ku li Ewropayê dijîn, daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin, serkeftina Minbicê jî pîroz kirin. Ciwanan diyar kir ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên xwe dewam bikin û banga berxwedanê li hemû ciwanan kirin. -
Li Malezyayê fîlê diran şûr hate dîtin
Fîleke dişibe yên diran şûr ku tê zanîn beriya hezar salan qediyane, li Malezyayê hate dîtin. -
‘Ciwanên Kurd heta encamgirtinê wê li qadên Ewropayê bin’
Li dijî tecrîda şidandî ya li ser Ocalan, Ciwanên Azad li Ewropayê dest bi rêzeçalakiyan kir. Ji Ciwanên Azad Amed û Çapaxçûr gotin, “Rêbertî ji bo me xeta sor e, bedelê wê çi dibe bila bibe, heta encamgirtinê em ê çalakiyên xwe bidomînin.” -
Li Dortyol, Erzîn û Skenderûnê gelek kes hatin binçavkirin
Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Dortyolê Halîl Babariz, Hevserokê HDP’ê yê Navçeya Erzînê Diyadîn Sircan jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. -
‘Ji bo xwedîderketina Rêbertiya xwe em ê li qadan bin’
Parlamentera HDP’ê Çaglar Demîrel diyar kir ku wê di çarçoveya kampanya “Ez xwedî li Rêbertî, ax, azadiya xwe derdikevim” de daxwazên xwe yên azadî û demokrasiyê qêr bikin, tevahî beşên hestiyar dawetî destekkirina kampanyayê kir. -
Li Ewropayê ji bo Ocalan çalakî
Kurdên li Ewropayê ji bo protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêzeçalakî li dar xistin. -
‘Ji bo avakirina pêşeroja xwe ya hevpar em hatin cem hev’
Hevserokê Giştî yê KESK’ê Ozgen ku di Yekîtiya Hêzê ya Ji Bo Ked û Demokrasiyê de cih digire, diyar kir ku ji bo karibin siberoja hevpar ên li derve hatine hiştin ava bikin li hev civiyane. -
‘Tifaqa AKP/Qesr, CHP û MHP’ê tifaqek antî-Kurd e’
Parlamentera HDP’ê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku AKP/Qesr alîkarê rêxistina terorî ya cemaata Gulen e, got di bin navê qaşo eniya neteweyî de tifaqa bi CHP û MHP’ê re kiriye jî li ser dijî HDP’ê pêş ketiye. -
FEDA’yê ji bo azadiya Ocalan banga çalakiyan kir
Federasyona Elewiyên Demokratîk bang li tevahî komên Elewî, Kizilbaş, Rêya Heq kir ku ji bo Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikevin nav çalakiyan. -
Kanar: Dozên kemînê yên rast dozên KCK’ê ne
Hiqûqnas Ercan Kanar ji ber dozên KCK’ê ji dozên pîlangeriyên cemaata Gulen nehate hesibandin nerazîbûn nîşan da, destnîşan kir ku derhiqûqiyên dosyayên KCK’ê ji yên dozên Ergenekonê û Balyozê qat bi qat zêdetir in. -
Polîsan êrîşî çalakiya protestoyî ya li Wûppartalê kirin
Piştî çalakiyê ku li bajarê Wûppertal ê Elmanya bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li ber WDR TV hate lidarxistin, polîsan êrîşî girseyê kirin. -
Li Stockholm, Helsîngborg û Orebroyê wê Kurd tecrîdê protesto bikin
Li bajarên Stockholm, Helsîngborg û Orebro yên Swêdê, bi armanca protestokirina tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê çalakî bên lidarxistin. -
Li Londonê ji bo azadiya Ocalan gel dakete qadan
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li paytexta Ingilîstanê, Londonê tê şermezarkirin. -
Li Hannoverê ji bo Ocalan çalakî
Çalakiyên protestoyî yên li dijî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan didomin. -
OTSP: Em ê destûrê nedin darbeya Rewşa Awarte bi ser girtiyan de
OTSP’ê li hemberî zext û xespkirinan heqên girtiyan ku piştî hewldana darbeyê bi Rewşa Awarte re zêde bûne, li ber Girtîgeha Dorlêgirtî ya Jinan a Bakirkoyê daxuyaniyek da. -
Li Awûstûyayê tecrîd hate protestokirin: Li 5 navendan çalakî
Tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gelek bajarên Awûstûryayê bi girseyî hate protestokirin. Li Viyana, Linz, Graz, Salzburg, Bregenz û Innsbruckê çalakî hatin lidarxistin. -
Dozger dixwaze Demîrtaş û Onder bi 5 salan cezayê girtîgehê ceza bike
Dozgeriya Tirk xwest, Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattîn Demîrtaş û Parlamenterê HDP'ê Sirri Sureyya Onder bi 5 salan cezayê girtîgehê werin cezakirin. -
Balûken: Helwesta ku HDP’ê veder dike, hatiye wê astê ku êrîşê bînin ser HDP’ê
Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken li meclîsê daxuyaniyek da çapemeniyê û got, "Helwesta ku piştî hewldana 15’ê Tîrmehê HDP veder dikir, niha jî hatiye wê astê ku êrîşê bînin ser HDP’ê." -
Tecrîd li Rûsyayê hat şermezarkirin
Tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ji aliyê Kurdistaniyên li Yarşovê dijîn ve hat şermezarkirin.