NÛ BÛ

Li dehan bajarên Ewropayê çalakiyên ji bo Ocalan

Ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan, Kurdistanî li dehan bajarên Ewropayê daketin kolanan. Di çalakiyan de gelek avahiyên saziyên medya û stasyonên trenê hatin dagirkirin û ji bo Ocalan banga lezgîn hat kirin.

Ji bo rakirina tecrîdê û pêkhatina azadiya Ocalan, Kurdistanî li dehan bajarên Ewropayê daketin kolanan. Di çalakiyan de gelek avahiyên saziyên medya û stasyonên trenê hatin dagirkirin û ji bo Ocalan banga lezgîn hat kirin.

DORTMÛND: Li bajarê Dortmûndê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) û Meclîsa Jinê ya Rozerîn, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Haûptbahnhofê çalakiya bêîteatiya sivîl hat lidarxistin.

BÎELEFELD: Li bajarê Bîelefeldê, li avahiya çapemeniyê çalakiya bêîteatiya sivîl pêk hat. Li vê derê bi zimanên Elmanî û Kurdî dirûşmên "Es Lebe Ocalan", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn û çalakî bi daxuyaniyekê qediya. Di daxuyaniyê de hat xwestin, destûr ji malbat û parêzeran re bê dayîn ji bo biçin Îmraliyê.

BONN: Li balafirgeha Koln-Bonnê, bi qasî 100 kesî bi şiyara "Azadiya Rêberê min azadiya min e" çalakiya bêîteatiya sivîl lidar xistin. Çalakiyê 45 deqeyan dewam kir.

GÎESSEN: Li Stasyona trenê ya navendî ya bajarê Gîessenê, Kurdistaniyan ji ber xwe ve çlalakiyek bêîteatiya sivîl pêk anîn û belavoka NAV-DEM'ê xwendin. Di daxuyaniya li vir de hat ragihandin, ku ew dixwazin malbat û parêzer derhal biçin Îmraliyê û hat destnîşankirin, ku heta Ocalan azad bibe wê çalakiyên wan dewam bike.

ÛLM: YJK-E û Jinên PYD'yî li bajarê Ûlmê, li avahiyên Partiya Demokratên Xiristiyan (CDU) û Regîo TV çalakiya bêîteatiya sivîl pêk anîn û dosya pêşkêşî rayedaran kirin. Jinan fikarên xwe yên li ser jiyana Ocalan bilêv kirin û gotin, "Bila kes sebra me nefûrîne. Eger tiştek bi Rêberê me ve bê, wê kes nikaribe me bisekinîne."

SAÎNT AVOLD Û METZ:  Kurdistaniyên li bajarên Metz û Saînt Avold ên herêma Lorraîne ya Fransayê dijîn, li Place de la Repûblîqûe ya Metzê li hev civiyan û xwestin, bi lezgînî tecrîd were rakirin.

VORALBERG: Kurdistaniyên li eyaleta Voralberg a Awûstûryayê dijîn, avahiya qenala dewletê ORF dagir kirin û dosyayek li ser tecrîda şidandî dan rayedarên qenala televîzyonê.

HÎLDESHEÎM: Kurdistaniyên li bajarê Hîldesheîm ê Elmanyayê dijîn, avahiya şaredariya bajêr bi heman armancê dagir kirin û dosyayek dan rayedaran ji bo bigihînin şaredar. Çalakî piştre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bê Serok jiyan nabe" qediya.

DÛÎSBÛRG: Li bajarê Dûîsbûrgê jî li ber avahiya qenala televîzyonê WDR danê êvarê daxuyaniyek hat dayîn û li ser mijarê dosyayek ji rayedarên WDR re hat pêşkêşkirin.

LOHNE Û VECHTA: Li bajarên Lohne û Vecta yên Elmanyayê, Kurdistanî bi posterên Ocalan tevlî festîvaleke bi beşdariya sed hezaran kesî bûn û daxwazên xwe li vir bilêv kirin.

ESSEN: Kurdistaniyên li bajarê Essenê dijîn, stasyona navendî ya trenê dagir kirin û bang li dewleta Elman kirin, ku bikeve nava tevgerê.

DEN HAAG: Kurdên li Den Haagê dijîn, ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan duh li avahiya Partiya Gel a Azad û Demokratîk (VVD) çalakiyek lidar xistin. Kurdistaniyan der barê rewşa Ocalan de dosyayek dan rayedaran. Di çalakiyê alên Partiya Karkerên Kurdistan (PKK), Koma Civakên Kurdistanê (KCK) û  wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatin  hildan. Kurdistaniyên li Hollandayê her wiha wê roja sibe (Roja Şemiyê) li paytext Amsterdamê bi heman armancê bimeşin.

DANÎMARKA: Endamên NCDK a li Danîmarkayê bi rengekî girseyî qenala televîzyonê û radyoya DR ziyaret kirin. Di serdanê de li ser rewşa Ocalan dosya hat pêşkêşkirin û bi devkî agahî hat dayîn.

HAMBÛRG: Li bajarê Hambûrg ê Elmanyayê, ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakiya zincîra ji mirovan hat lidarxistin. Li Monckebergstrasseyê zincîra ji mirovan a ji sedan metreyî hat çêkirin û bi qîrîna dirûşmeyan û belavkirina belavokan rewşa Ocalan hat vegotin.

LÛZERN: Kurdistanî û dostên wan ên li kantona Lûzern a Swîsreyê dijîn, bi hilgirtina posterên Ocalan çalakî lidar xistin û ji Komîteya Pêşîgirtina li Îşkenceyê (CPT) û saziyên serbixwe xwestin ku biçin Îmraliyê û lêkolînan bikin.

BELLÎNZONA: Li bajarê Bellînzona yê Swîsreyê, ku şêniyên li vir bi Îtalî daxivin, bi Însiyatîfa Jinên Kurd kon hat vedan û wê ev çalakî 3 rojan dewam bike. Di çalakiyê belavok tên belavkirin û bal tê kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Ocalan.

BERLÎN: Li paytexta Elmanya Berlînê, komek ji ciwanên Kurd avahiya qenala televîzyonê ya dewletê ARD dagir kirin û bi rêveberên qenalê re hevdîtin kirin. Piştî ku ciwanan dosyayek li ser mijarê radestî rayedaran kirin, çalakiya rûniştinê ji bo nîv saetê pêk anîn.

DARMSTADT: Endamên Ciwanên Azad ên li Darmstadtê, pankarteke mezin a ji bo azadiya Ocalan bi ser pirek li ser rêya B26'an ve kirin.

STRASBOÛRG: Bi armanca şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Kurdistanî û dostên wan li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya bajarê Fransa Strasboûrgê li hev civiyan. Li vir daxuyaniyek hat xwendin û ji CPT, Konseya Ewropayê û saziyên Yekîtiya Ewropayê hat xwestin, di vê mijarê bikevn nava tevgerê.

PARÎS:  NCDK-Parîs û Meclîsên NCDK ên li Vîlleneûve Saînt Georgesê ji bo balê bikişînin ser tecrîda şidandî, avahiya qenala yekemîn a Fransayê TF1 dagir kirin û dosya dan rayedaran.

DRANCY VÎLLÎERS-LE-BEL: NCDK ên li Drancy û Vîllîers-Le-Bel li Balafirgeha Charles de Gaûlle, li termînalên 1 û 2'an çalakî pêk anîn û wêneyên Ocalan vekirin.

TORÎNO: Kurdan û dostên wan ên Îtalyanî, li pêşiya stasyona trenê ya navendî ya li bajarê Torîno çalakî lidar xistin û bi sedan belavok belav kirin.

RENNES: Li bajarê Rennes ê Fransayê, bi pêşengiya NCDK û Komeleya Jinê ya Zîn çalakiyek bi beşdariya 70 kesî li stasyona trenê pêk hat û têkildarî tecrîda li ser Ocalan belavok hat xwendin.

BORLANGE: Kurdistaniyên li bajarê Borlange yê Swêdê dijîn, bi heman armancê meş û mîtîngek lidar xistin û bi qasî 200 kes beşdar bûn.

 

...