Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di gotara xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Yenî Ozgur Polîtîka û Azadiya Welat de destnîşan kir, ku AKP'ê bi polîtîkayên xwe yên dijminatiya li Kurdan, psîkolojiya civaka Tirkiyeyê xera kiriye û got, "Eger ev polîtîkayên dewletê neyên guhertin wê ev karakterê civakî Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve bibe."
Bayik da xuyakirin, ku bi hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê re karakterê dehan salan ên leşker û polîsên Tirk, li Tirkiyeyê baştir hatiye dîtin û bibîr xist, ku dema parlamenterên HDP'ê ev rastî li parlamentê raxistin pêş çavan, bûn hedefa êrîşên lîncê.
Bayik got, "Dema Cizîr, Sûr, Şirnex hate rûxandin, bi sedan mirov hatin qetilkirin yên digotin artêşa me tiştê wisa nake bila bizanibin ku, tişta pê re rû bi rû mane ne ji sedî yek ê kirinên li Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê ne" û destnîşan kir, ku divê neyê ji bîr kirin, fermana rûxandina bajarên Kurdan ji aliyê AKP'ê ve hatiye dayîn.
Nivîsa Bayik a bi sernavê "Esker û polîsên Tirk sivîl nekuştine!" bi vî rengî ye:
"Heta niha dema HDP’iyan li meclîsê digotin esker û polîs taxên gel lê ne bombebaran dikin, malan dişewitînin, bi çekên giran û segvanan sivîlan qetil dikin, bi taybetî AKP’î û MHP’iyan bi hev re digotin esker û polîsê me tiştekî wisa nakin û meşiyan kursiyê û dixwestin HDP’iyan linç bikin. Bi darbeyê re mijarên ka esker û polîsên Tirk sivîlan dikujin an na, taxan dirûxînin û dişewitînin an na zelal bûn. Bi hezaran leşker û polîs mîna endamên rêxistina terorê ya Fettullahî hatine girtin. Ev tê wateyê ku artêş û polîsên Tirk bêyî ji hev ve cuda bike jin, zarok, ciwan û kal sivîlan qetil dike; taxan dirûxîne û dişewitîne!
Eger esker û polîs bi dehan salan ji bo qetilkirina Kurdan teşwîq kiribin; Kurd mîna mirov û zindî nedîtibin û her cure eziyet li wan kiribin, bêguman wê karakter, hest û tevgera wan jî biguhere û ji mirovahî derkevin. Niha ev mîna yên sivîlan dikujin û cinawirên ku rasthatî her derê bombe dikin tên nîşandan. Ya ew anîn vê rewşê hestên dijminatî yên li dijî Kurdan bûn. Yanî polîtîkayên dewleta Tirk û deshilatdariya AKP’ê ew anîn vê rewşê. Ew mîna derketina pêş a rastiya ji serokomar bigire heta hemû rayedarên AKP’ê ne. Heman serokomarî gelo negot esker û polîs ku li dijî wan jin jî bin, zarok jî bin wê tişta pêwist wê bikin? Wê demê hûn ji leşker û polîsan çi hêvî dikin? Niha jî dibêjin ev artêş û polîs temsîl nakin. Eger ên hatin girtin 40-50 kes bûna, ji nefer heta bi payebilinda herî jor a generalan di nav de bi hezar kes tine bûna mirov dikarîbû vê yekê bêje. Lê belê ji bo van derdorên ku ji hemû payeyê û di hemû qademeyên artêşê de cih digirin bêjin artêşê temsîl nakin kes ji vê bawar nake. Artêş û polîsê Tirk bi karakterê xwe yê deh salan pêk hatiye tevgeriya. Ji ber vê yekê jî yên karakterê darbevanan herî baş nas dikin AKP’î ne.
DIVÊ NEYÊ JI BÎR KIRIN; LEŞKER Û POLÎSÊN BAJARÊN KURDISTANÊ XERA KIRIN, BI FERMANA AKP'Ê EV KIRIN
Dema Cizîr, Sûr, Şirnex hate rûxandin, bi sedan mirov hatin qetilkirin yên digotin artêşa me tiştê wisa nake bila bizanibin ku, tişta pê re rû bi rû mane ne ji sedî yek ê kirinên li Cizîr, Sûr, Şirnex û Geverê ne. Piraniya generalên ji hewldana darbeyê hatin girtin li van herêman berpirsiyar bûn. Bêguman wan bi ferman û biryara AKP’ê ev bajar rûxandin û şewitandin. Divê kes vê yekê jibîr neke.
ERDOGAN MÎNA BUKALEMON E
AKP niha gelek bûyeran, operasyonan davêje ser Fetullahiyan û wê wisa bike jî. Em mêze bikin ka wê ji bo zilm û tevkujiyên li Cizîr, Sûr, Şirnex, Nisêbîn, Silopiya, Hezex û Geverê hatin kirin jî wê bêje Fettullahiyan kir? Tayip Erdogan weke bukalemonê ye. Dikare sibe bêje ev rûxandin ne me kir, fermana van tevkujiyan ne me da. Ji ber ku derbarê tevkujiya Roboskiyê de gotinên Erdogan di hişê me de ne. Piştî bûyerê Serfermandarê Giştî pîroz kir lê niha xwe amade dikin ku bêjin ev bûyer jî karê Fettullahiyan bû. Bêguman gelê Kurd û hêzên demokrasiyê heta dawî bi polîtîkayên tevkujiyê neyê anîn û xwe rexnekirin pêk neyê wê van gotinan bêwate bibînin û cidî negirin.
AKP'Ê, CIVAKEK PSÎKOLOJIYA WÊ XERA BÛYE, AFIRANDIYE
Heta li Tirkiyeyê dijminatiya Kurdan neqede, polîtîkaya zilmê ya li ser gelê Kurd bi dawî nebe wê civaka Tirkiyeyê jî nikaribe bi tenduristî tevbigere. Civaka Tirkiyeyê ya niha ne civakeke bi tenduristî ya normal e. Şovenîzma ku dijminatiya Kurdan afirandiye, pompekirina propogandayê îdamkirin, serjêkirina Kurdan civakeke Tirk a psîkolojiya wê xera bûye derxistiye holê. Heqareta li cenazeyê gerîla bûye tiştekî asayî. Her wiha gundiyên ji rêzê jî gihiştine asteke wisa ya ji mirovahiyê derketî ku dikarin cenazeyê gerîlayan bavêjin ber seyan. Ya ev rastî afirand polîtîkayên heyî, perwerde û weşanên ragihandinê ne.
EGER POLÎTÎKAYÊN DEWLETA TIRK NEGUHERE, WÊ EV KARAKTERÊ CIVAKÎ TIRKIYEYÊ TÊK BIBE
Dewleta Tirk bi polîtîkayên xwe exlaqê civak û gelên Tirkiyeyê xera dike, wîjdanê wan dirizîne, hestên edaletê ji holê radike. Kîjan dewlet a girêdayî civakeke wisa dikare bi tenduristî be, ji kaos û aloziyê rizgar bibe? Bi polîtîkayên dewlet û hikûmetê Tirkiye xwe bi xwe dirizîne û ber bi rûxandinekê ve dibe. Tiştên di sala dawî de pêk hatin vê yekê piştrast dikin. Eger têgihiştin û polîtîkayên dewleta Tirk neguherin wê ev karakterê civakî Tirkiyeyê ber bi têkçûnê ve bibe.
Di rewşa niha de hikûmeta AKP’ê bi polîtîkayên heyî û karakterê civakê yê şekl daye dijminatiya gelê Tirk jî dike. Ji bo civakekê tişta herî ne baş, dûrketina ji pîvanên wîjdan, dad û exlaqê ye.
TEVGERA AZADIYÊ YA KURD DIXWAZE CIVAKA TIRKIYEYÊ WERGERÎNA CIVAKEKE BI SIHHET
Tevgera Azadiya Kurd tevî hemû hêzên demokrasiyê dixwaze civaka Tirkiyeyê wergerîne civakeke bi sihhet û mînak. Dostê gelê Tirkiyeyê Tevgera Azadiya Kurd e; birayê rastî yê gelê Tirkiyeyê jî gelê Kurd e.
Di 10. Civata Giştî ya KONGRA GEL de careke din hate destnîşan kirin ka paşeroja Tirkiyeyê wê bi hêzên demokrasiyê yê Tirkiyeyê re çawa were sazkirin."