Di nava du salan de 45 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatin kuştin

Ji Îlona 2014'an û vir ve, ku Koalîsyona Navneteweyî ya li dijî DAIŞ'ê dest bi êrîşên hewayî kir, tê gotin 45 hezar çeteyên DAIŞ'ê hatine kuştin.

Fermandarê koalîsyonê general Sean MacFarland da xuyakirin, ku li gorî texmînên wan bi tenê di nava 11 mehan de 25 hezar çete hatine kuştin. MacFarland diyar kir, di dema beriya vê pêvajoyê de jî 20 hezar çete hatine kuştin.

General MacFarland da zanîn, çete di dema dawî de nikarin bi hêsanî endaman peyda bikin û ragihand, hejmara çeteyên li Iraq û Sûriyeyê 15 hezar 30 hezarî ye. MacFarland destnîşan kir, çete ne tenê ji aliyê hejmarê ve, ji aliyê wesfê ve jî qels bûne.

Fermandarê koalîsyonê ragihand, di têkoşîna li Iraq û Sûriyeyê de ku bi hevalbendên xwe re dimeşînin, însiyatîf ketiye destê wan.

Li herêmên ji aliyê çeteyên DAIŞ'ê ve hatin dagirkirin, bi saya têkoşîna şervanên Kurd, Ereb û gelên din, li her du welatn herêmek ji 25 hezar kîlometreçargoşeyê hatiye rizgarkirin.