Li sê bajarên Swîsreyê ji bo azadiya Ocalan çalakî hatin lidarxistin
Kurdistanî û dostên wan li sê bajarên Swîsreyê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
Kurdistanî û dostên wan li sê bajarên Swîsreyê daketin qadan û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan çalakî lidar xistin.
Li bajarên Bîel, Solothûrn û Bern ên Swîsreyê, Kurdistanî û dostên wan ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daketin qadan.
BÎEL
Bi pêşengiya Meclîsa Jinê ya Arîn Mîrkan a Bîelê, Kurdistanî û dostên wan li meydana Bîel Central Platzê li hev civiyan û heta stasyona navendî ya trenê meşiyan.
Di meşê de dirûşmên "Ji Ocalan re azadî", "Tecrîdê rakin" hatin qîrîn.
Li dû meşê, li ser navê Tevgera Jinê Sema Dorûk axivî, bal kişand ser tecrîda li ser Ocalan û diyar kir, piştî hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê gelê Kurd ji rewşa tenduristiyê ya Ocalan bi fikar e.
Çalakgeran piştî daxuyaniyê, dosyayek li ser mijarê radestî rayedarên rojnameyên Tele Bîenne û Bîelertagblattê kirin.
SOLOTHÛRN
Kurdistanî li bajarê Solothûrnê, bi pêşengiya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li navenda bajêr li hev kom bûn û piştî daxuyanî dan çapemeniyê heta navenda civaka Kurd meşiyan.
Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya Ocalan ji bo siberoja gelên Rojhilata Navîn û ji hêzên navneteweyî hat xwestin, ji bo azadiya Ocalan bikevin nava tevgerê. Di çalakiyê de her wiha li ser tecrîda şidandî belavok hatin belavkirin.
BERN
Bi pêşengiya TEV-ÇAND'ê Kurdistanî û dostên wan li ber stasyona navendî ya trenê li hev civiyan û tecrîd şermezar kirin.
Di çalakiyê de hunermendên TEV-ÇAND'ê derketin ser dikê û di axaftinên li vir de bang li Kurdistaniyên li Ewropayê hat kirin, ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dakevin qadan.
Di çalakiyê de belavok hatin belavkirin û dirûşma "Ji Ocalan re azadî" hat qîrîn.