BI DÎMEN

Êrîşî ciwanên ku xwestin tecrîdê protesto bikin û bikevin NY’yê kirin: 6 kes hatin binçavkirin

Polîsan bi tûndî êrîşî ciwanên ku dixwestin tecrîdê protesto bikin û bikevin avahiya NY’yê kirin, 6 kes binçavkirin.

Polîsan bi gaza bîberê û bi tûndî êrîşî çalakiya ku bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û daxwaza azadiya Ocalan li pêşiya avahiya navenda Neteweyên Yekbûyî (NY) a li Cenevreyê hate lidarxisin kirin.

 Ji beriya çalakiyê polîsan li pêşiya avahiya NY’yê ewlekariyekî zêde girtibûn, di dema ku çalakî didoma ciwanan bend derbas kirin xwestin ku bikevin avahiya NY’yê. Dema ku ciwanan bend derbas kirin û ketin baxçeyê NY’yê li ser vê yekê polîsan bi gaza bîberê û jopan bi awayekî tûndî êrîşî ciwanan û girseyê kirin.

Piştî aloziya hate jiyîn 6 ciwan hatin binçavkirin, Kurdistaniyên ku li hember rewşê bertek nîşan dan jî çalakiya rûniştinê destpêkirin.

Kurdistaniyan diyar kirin ku heta hevriyên wan bên berdan wê çalakiyên xwe dewam bikin. Çalakiya rûniştinê ya ku li pêşiya avahiya NY’yê dewam dike, polîs ewlekariya li pêşiya avahiya NY’yê zêde dikin.