BI DÎMEN

Dixwazin bi raporên ÇED’ê yên sexte mêrgan tune bikin

Gundiyên li Pasûrê yên li hemberî çêkirina Santrala Enerjiya Rojê ya bi rapora ÇED’ê ya sexte tê çêkirin, çalakiyan li dar dixin û gotin ku ‘’Hewl didin qadên me yên jiyanê tune bikin’’ û banga betalbûna projeyê kirin.

LI PASÛRÊ SANTRALA ENERJIYÊ

Tê xwestin ku li mêrgên hevpar ên taxên Agaçli, Kaynak û Narlica ên girêdayî navçeya Pasûr a Amedê projeya Santrala Enerjiya Rojê (GES) were çêkirin.

Santrala ku ji aliyê şîrketeke bi navê VBZ ve tê çêkirin û tê plankirin li ser qadeke 25,71 hektarî were çêkirin, ji 30 hezar û 909 panelên rojê û tesîsa depokirina enerjiyê ya lîtyûm-îyomê ya bi kapasîteya 17 MWh’an pêk tê. Gundiyan û welatiyên herêmê nerazîbûnên xwe nîşanî projeya ku tê plankirin li ser mêrgan were çêkirin, nîşan dan.

Derket holê ku wêneyên ‘’erdê şorax’’ ên şîrketê di dosyaya ‘ÇED’ê de (Nirxandina Bandora Hawirdorê) bi kar anîne, ne wêneyên rastîn in û şîrketê bi vê sextekariyê rapora ÇED’ê daye erêkirin.

Baroya Amedê têkildarî mijarê gilî kir û gundî jî bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê biparêzin.

Qada projeyê ya ku Wezareta Hawirdor, Bajarsazî û Guherîna Avûhewayê rapora wê ya ÇED’ê erê kiriye,  bi tenê 48 metreyan dûrî malên gundiyan e. Mêrg û golên gundiyan ku çavkaniyên debara wan ên sereke ne, bi talûkeya tunebûnê re rû bi rû ne.

‘JI BO BETALBÛNÊ PROJEYÊ DOZ HATE VEKIRIN’

Endama Komîsyona Bajar û Hawirdorê ya Baroya Amedê Parêzer Berfîn Kilinç têkildarî projeya berbehs agahiyên hiqûqî dan. Berfîn Kilinç diyar kir ku tê plankirin proje li ser mêrgên gundiyan ên sereke were çêkirin û got ku ev proje wê terşdariyê tune bike.

Kilinç bal kişand ser bandorên projeyê yên li ser hawirdorê û pêvajoyên hiqûqî û ev yek anîn ziman: ‘’Dixwazin li vir projeyeke santralê ya gelekî mezin çêbikin. Şîrketê rapora xwe amade kir û wezareta têkildar jî ev proje erê kir û biryar da ku rapora ÇED’ê bide. Me jî li hemberî vê yekê ji bo betalbûna projeyê serî li 4’emîn Dadgeha Îdarî ya Amedê da.’’

‘DERHEQÊ RAPORA SEXTE DE JÎ GILÎ HATIYE KIRIN

Berfîn Kilinç da zanîn ku di rapora ÇED’ê de wêneyên aîdî hin erdên din hatine bikaranîn û destnîşan kir ku wan di meha Adarê de têkildarî vê yekê jî gilî kir û got: ‘’Me li hemberî vê sextekariyê jî pêvajoyên hiqûqî dane destpêkirin. Em pêvajoyê dişopînin. Gundî bi biryar in ku qadên xwe yên jiyanê biparêzin û em ê jî piştgiriyê bidin wan.’’

‘DIXWAZIN ME JI RASTIYA ME DÛR BIXIN’

Gundiyan dan zanîn ku ew ê hem ji bo parastina xwe û hem jî ji bo parastina mêrgên xwe têkoşîna xwe bidomîn û ji ajansa me re axivîn. Yek ji gundiya Gundê Agaçli û Endazyara Çandiniyê Şermîn Şeker (30) nerazîbûnên xwe yên têkildarî projeyê bi van gotinan anîn ziman:

‘’Li vir mêrgên me tên tunekirin, ji ajaên me erdên ku lê biçêrin namînin. Wm germahiya santralê bandoreke xirab li me jî bike. Projeya ku wê were çêkirin, gelekî nêzîkî malên me ye û malên me û qadên me yên jiyanê bi talûkeyeke mezin re rû bi rû ne. Axa me rastiya me û dixwazin me ji rastiya me dûr bixin. Ez weke jineke ciwan li hemberî vê projeyê li ber xwe didim û ez ê têkoşîna xwe bidomînim. Em baş dizanin ku tu feydeya vê projeyê tune ye. Ji ber vê yekê em vê projeyê qebûl nakin.’’

‘NIKARIN ME LI BAJARAN HEPS BIKIN’

Jina 70 salî ya bi navê  Hatûn Demîrhan tevî temenê xwe yê mezin jî beşdarî çalakiyan bûye û ev yek anîn ziman: ‘’Dixwazin em bi ku ve biçin? Em li vir tiştekî ku zirarê bide me, naxwazin. Em keda xwe debara xwe dikin.

Şîrket ne yên me ne, em bi tenê jiyana xwe difikirin. Bi salan e em li vir in lê belê ew hê nû hatine û dixwazin me ji cih û warên me bikin. Em ne bajarî ne; bi t awayînikarin li bajaran bijîn jî. Em dikarin bes li vir bijîn. Em ê nehêlin vêprojeyê pêk bînin. Ya ji destê me tê em ê bikin.

Ez 70 salî me. Ji bo min bi xwe nebe jî ez neçar im ku ji bo zarok û neviyên xwe li ber xwe bidim.  Ew nikarin berê me bidin bajaran û me li bajaran heps bikin.’’

‘WÊ JIYANA CANDARAN TUNE BIBE’

Dayiya 75 salî ya bi navê Nûriye Şeker jî têkildarî projeyê ev yek anîn ziman:

‘’Ez daxwaza mirovahiyê dikim. Îro ji bo berjewendiyên xwe hewl didin van gundan tune bikin. Em li vir bi çandinî û ajaldariyê debara xwe dikin. Dixwazin berê me bidin bajaran. Em ê heya dawiyê li hemberî vê projeyê li ber xwe bidin. Em ê bi tu awayî qebûl nekin.  Ev proje wê zirarê bide hemû candaran. Ger mêrgên me tune bibin, em ê çawa ajaldariyê bikin?’’