Li gorî Hamasê danûstandinên ji bo agirbestê vê demê bêwate ye
Rayedarekî payebilind ê Hamasê diyar kir ku li Xezeyê danûstandinên agirbestê di vê rewşê de bêwate ne û xwest, dawî li 'şerê birçîbûnê' bê anîn.
Rayedarekî payebilind ê Hamasê diyar kir ku li Xezeyê danûstandinên agirbestê di vê rewşê de bêwate ne û xwest, dawî li 'şerê birçîbûnê' bê anîn.
Endamê Buroya Siyasî ya Hamasê Basim Naîm ji AFP'ê re axivî û got, "Heta ku şerê birçîbûn û îmhayê li Şerîda Xezeyê dewam bike, destpêkirina danûstandinan an jî lêkolînkirina pêşniyarên agirbesteke nû bêwate ye."
Rayedar bang li civaka navneteweyî kir ku "Ji bo bidawîkirina sûcên kuştin, tî û birçîhiştinê zextê hikumeta Netanyahû bikin."
Ev daxuyanî piştî biryara hikumeta Îsraîlê hate dayin ku Îsraîlê diyar kiribû ku li Şerîda Xezeyê li gel plana 'fetihkirinê' dest bi tevgereke nû ya leşkerî kiriye.