KNK'ê qetilkirina Wedat Hisên Elî şermezar kir

Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî şermezar kir û xwest, kiryar derhal bên cezakirin.

Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî qetilkirina rojnamevan Wedat Hisên Elî şermezar kir û xwest, kiryar derhal bên cezakirin.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser krîza siyasî, qanûnî û aborî ya li Başûrê Kurdistanê û hat destnîşankirin, ku rojnamevan û kesên rewşenbîr ji bo çareserkirina krîzê hîn bêhtir dikarin roleke erênî bilîzin.

Komîteya Mafên Mirovan a KNK'ê da xuyakirin, ku bi şeweyekî berçav deng û hewldanên rewşenbîr û rojnamevanan tên birîn, tên qetilkirin û girtin.

KNK'ê diyar kir, herî dawî rojnamevan Wedat Hisên Elî li bajarê Duhokê di nava rojê de hat revandin û mîna hempîşeyên xwe Soran Mame Heme, Serdeşt Osman, Kawe Germiyanî bi hovîtî û îşkenceyê hat qetilkirin.

Di dawiya daxuyaniyê de KNK'ê, qetilkirina Wedat Hisên Elî şermezar kir û daxwaz ji desthilatdarên li Duhokê û hikûmeta herêmê kir, ku berpirsyaran ceza bikin. Her wiha ji rêveberiya herêmê xwest, ku jiyan û karê rojnamevanan ewle bike.

KNK'ê ji malbat û hevalên rojnamena Wedat Hisên Elî re sersaxî xwest.