Li 4 bajaran operasyonên qirkirina siyasî
Operasyonên qirkirina siyasî ya li Aydin, Îzmîr, Agirî û Amedê dewam dikin.
Operasyonên qirkirina siyasî ya li Aydin, Îzmîr, Agirî û Amedê dewam dikin.
AKP/Qesr a ku nikare berxwedana gel bişkîne, operasyonên qirkirinê yên siyasî dewam dike.
AYDIN
Îro di saetên serê sihebê de li bajarê Aydinê polîsan bi ser gelek malan de girt. Di serdagirtinê de hin kes ne li mal bûn, di navde rêveber û endamen HDP'ê jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Hin kesên ku hatin binçavkirin navên wan wiha ne; Serokê şaredariya DBP'ê ya Savucaya Sokeyê Ahmet Olçer, Hevserokê HDP'a navçeya Nazîlî-Karacasuyê Erkan Taydur, rêveberê HDP'a bajêr Cengîz Îvdîl û7 Zafer Şîmlek.
Welatiyên piştî hatin binçavkirin, xizmên wan xwestin li ber qereqolê bisekinin, lê bi hinceta OHAL'ê welatî li ber qereqolê hatin dûrxistin.
ÎZMIR
Li navçeya Menemenê ya Îzmirê jî ciwanên bi navê Onur Aydin, Mazlum Çakal û Berkan Kaya duh bişev hatin binçavkirin. Ciwanên sedema binçavkirina wan nehat zayîn, li qereqolê tên ragirtin.
Hat diyarkirin ku îfadeya ciwanên ku hatin binçavkirin dewam dike.
Hevserokê Komeleya Arlîkariyê ya li gel Malbatên Girtî yên Îzmîrê Mûsa Karbadag dema ku ji Amedê divegeriya Îzmîrê li Balafirgeha Adnan Menderes hate binçavkirin. Hat diyarkirin ku sedemê binçavkirina Karbadag nehat zanîn, birine Midûryeta Emniyetê ya bajêr.
AGIRÎ
Leşkerên ku danê sibehê li Taxa Kanîkentan a Agiriyê bi ser malan de girtin ciwanên bi navê Azer Demîr (18) û Orhan Ozden (19) binçavkirin.
Her 2 ciwan bi îdîaya “Alîkarî dayîna rêxistin û bicihkirinê” hatine binçavkirin, her 2 ciwan birine Qereqola Jendermeyan a bajêr.
AMED
Di serdegirtinên malan ê danê sibehê ya li navçeya Erxanî ya Amedê 2 kes hatin binçavkirin. Fikret Gul û Suleyman Karadûman ên ku hatin binçavkirin birin Midûryeta Emniyetê ya Erxaniyê.