Cejna Vejînê ya 15’ê Tebaxê bi coşek mezin tê pîrozkirin
Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li gelek deverên cîhanê bi kelecanek mezin tê pîrozkirin.
Pîrozbahiyên 15’ê Tebaxê Cejna Vejînê li gelek deverên cîhanê bi kelecanek mezin tê pîrozkirin.
Kurdistaniyên li Ewropa û Rûsyayê, sala 32’yemîn a Pêngava 15’ê Tebaxê pîroz kirin. Di pîrozbahiyan de peyam hate dayîn ku wê bi ruhê 15’ê Tebaxê berxwedan bidome, her wiha daxwaza azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mohra xwe li tevahî aktîvîteyan xist.
HEILBRONN
Li bajarê Heilbronn ê Elmanyayê bi geştekê ve 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Jin û zarokan cejna serkeftinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin. Di aktîvîteyê de ku bi coş pêk hat, hate xwestin ku derhal tecrîd bê rakirin.
FREIBURG
Li bajarê Freiburg ê Elmanyayê jî bi geştekê ve 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Aktîvîteya her sal wek kevneşopiyekê tê pîrozkirin, îsal li Opfinger Grillplatz hate lidarxistin.
Di aktîvîteyê de ku bi rêzgirtina ji bo şehîdên têkoşîna azadiya destpê kir, Hevserokê Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Freiburgê Îsmet Çeken axivî. Çeken serkeftinên 15’ê Tebaxê û ya Minbicê pîroz kir, got; “Ti kes nikare têkoşîna vî gelê ku bi ruhê 15’ê Tebaxê têdikoşe asteng bike.” Piştî axaftinan koma muzîkê ya Aheng stran gotin, govend hatin gerandin. Aktîvîteyê heta danê êvarî dewam kir.
MONTPELLIER
Li bajarê Montpellier ê Fransayê ji bo pîrozbahiya 15’ê Tebaxê pîknîkek hate organîzekirin. Aktîvîte ya ku ji hêla Navenda Civaka Kurd a Demokratîk hate lidarxistin, bi rêzgirtinê destpê kir. Di pîrozbahiyê de têkîldarî wate û girîngiya rojê axaftin hatin kirin.
BRUKSEL
Li paytexta Belçîka Brukselê di pêşengiya Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinê ya Belçîka de bi rasthatina salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan aktîvîte hate lidarxistin.
Kurdistaniyên ku li Qada Plas de Espanya kom bûn, serkeftina Minbicê pîroz kirin.
Di daxuyaniyê de jî 15’ê Tebaxê hate silavkirin, tecrîda li ser Ocalan hate protestokirin û banga xwedîderketina li Ocalan hate kirin.
Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal wiha axivî: “Rêberê Gelê Kurd Ocalan di rewşek krîtîk de ye, em bikevin cîdiyeta vê. Pêwîst e tevahî gelê me xwedî li Rêbertiya me derkeve. Divê her kes bikeve serhildan û çalakiyan.”
BONN
Li bajarê Bonn ê Elmanyayê jî 15’ê Tebaxê û serkeftina Minbicê hate pîrozkirin.
Pîrozbahiya ku ji hêla PYD Bonn û Navenda Civaka Demokratîk a Bonnê hate lidarxistin, li Parka Dûîsdorfê pêk hat. Di pîrozbahiyê de têkîldarî pêvajoyê axaftin hatin kirin, pêşendanên muzîk û folklorê çêbûn.
Di aktîvîteyê de ji Tevgera Jina Kurd Fîdan Dogan, li ser wate û girîngiya 15’ê Tebaxê û rizgarkirina Minbicê axivî. Dogan bal kişand ku 15’ê Tebaxê tenê wek bûyerek nikare bê nirxandin, ew di esas de şêwazekî jiyanê ye.
Di aktîvîteyê de nûnerê Heyva Sor a Kurdistanê jî got zêdetirî 30 hezar malbatên xwişk û bira çêbûne û herî dawî jî ji bo Nisêbînê ev kampanya didome. Nûnerê ku kampanya bi bîr xist, banga hestiyariyê kir.
Aktîvîte bi pêşendana muzîk û folklorê ya Koma Rojava ve dewam kir.
ESSEN
Li bajarê Essen ê Elmanyayê jî Hevserokê Meclîsa Gel a Essenê Yilmaz Gultekîn di pîrozbahiya 15’ê Tebaxê de axivî û got; “Xwedanê esasî yên van nirxan, vê saziyê, Rêber Apo û ruhê 15’ê Tebaxê ye.”
Siyasetmadarê Kurd Hecî Çelîk jî destnîşan kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi Pêngava 15’ê Tebaxê ve her çar parçeyê Kurdistanê kiriye yek.
Aktîvîte bi axaftinên li ser navê PYD û NAV-DEM’ê dewam kir.
ISHOJ
Li bajarê Ishoj ê Danîmarkayê jî pîrozbahiya 15’ê Tebaxê û Minbicê pêk hat.
Beriya aktîvîteya ji hêla Meclîsa Gelê Kurd a Demokratîk a Danîmarkayê, Kurdistaniyan bi konvoyên wesayîtan ve li bajêr tûr avêtin û coşa xwe dan der.
Di aktîvîteyê de di şexsê şehîdên Minbicê de ji bo tevahî şehîdên şoreşê rêz hate girtin, helbest hatin xwendin.
Bername bi muzîkên Hozan Fîxen, Omer Sarikûş, Raman Omerî û pêşendana govendê ya Koma Zerdeşt bi dawî bû.
MOSKOW
Li paytexta Rûsya Moskowê, salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê hat pîrozkirin.
32. Salvegera Pêngava 15'ê Tebaxê li mala Çandê ya Lûnaçarskî ya paytext Moskowayê bi beşdariya Kurdistaniyan û dostên wan hat pîrozkirin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê, li peyama bi dîmen a Fermandarê Biryargeha Navenda Parastina Gel Mûra Karayilan hat guhdarîkirin.
Piştre siyasetmedarê Kurdi Adil Cotkar axivî û diyar ir, têkoşîna çekdarî ya di 15'ê Tebaxa 1984'an de bi pêşengiya fermandarê mezin Egîd de destpê kir, îro li çar aliyên Kurdistanê deng vedaye û dewam dike.
Cotkar bal kişand ser êrîşên topyekûn ên di vê dema dawî de dewleta Tirk tîne ser gelê Kurd û got, "AKP'ê heta niha bi tena serê xwe projeyên tinekirinê yên li hemberî gelê Kurd bi ser nexist. Ji niha û pê ve jî wê tevî CHP û MHP'ê nikaribe bi ser bixîne. Bloka Tirk a ku li hemberî siyaseta Kurd tê avakirin, wê nikaribe Kurdan ji têkoşîna azadiyê vegerînin."
Siyasetmedar Cotkar di dawiya axaftina xwe de işaret bi tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kir û got, "Dewleta Tirk a faşîst, bi tecrîda li ser Rêberê me, gefê li têkoşîna azadiyê ya Kurd dixwe. Ev helwesta ne exlaqî û li derveyî mirovahiyê, bêçaretiya dewleta Tirk radixe pêş çavan. Çi dibe bila bibe, divê gelê me li her derê xwedî li Rêberê xwe derkeve û pêkanînên antî demokratîk ên AKP'ê şermezar bike."
Piştre Hevserokê Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê Cemal Şemoyan, Seroka Tevgera Jinê Kurd li Rûsyayê Jûlyeta Aram, ji Nûnerên Rêveberiya Xweser a Rojavayê Kurdistanê Reşat Bênav û Hevserokê Otonomiya Federal a Neteweyî û Çandî ya Kurdên li Rûsyayê Ferhat Patiyev axivîn û cejna vejînê pîroz kirin.
Li dû axafitinan ji Ewropayê hunermend Nûarîn, ji Bakurê Kurdistanê Yûnûs Agirî, hunermend Ferman Patiyev, Aynûr, Ahmet Ahmedov, Mîrza Dato û Amran derketin ser dikê. Pîrozbahiyê bi gerandina govendê heta derengiya şevê dewam kir.
MARBÛRG
Li bajarê Marbûrg ê Elmanyayê 15’ê Tebaxê hate pîrozkirin. Pîrozbahiya ku li cihê geştê yê gundê Franhaûsen a gêrdayî Marbûrg hate lidarxistin nêzî 300 kes beşdar bûn.
Pîrozbahiya ku ji aliyê Navenda Civaka Kurd a Gîessen ve hate organîzekirin bi rêzgirtinê destpêkir.
Di axaftinên li ser navê komîteya rêxistin kirinê de bal kişand ser tecerîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.
Kurdistaniyan banga beşdariya li çalakiyên ku bê lidar xistin kirin.
Pîrozbahî bi govend gerandinê ve dewam kir.