Akademîsyenên Misrî: Serketina Minbicê dikare rê li ber çareseriya li Sûriyeyê veke

Akademîsyenên Misrî der barê rizgarkirina Minbicê de, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin, ji ANF'ê re axivîn.

Akademîsyenên Misrî serketina Minbicê pîroz kirin û gotin, ev yek wê bandoreke erênî li tevahiya herêmê bike. Akademîsyenan bal kişandin ser girîngiya Kurdan a li herêmê û gotin, "Êdî Kurd wê karibin bi rengekî serbilind tevlî civînên li qada navneteweyî yên ji bo çareseriyê bibin."

Akademîsyenên Misrî der barê rizgarkirina Minbicê de, ku ji aliyê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ve hat rizgarkirin, ji ANF'ê re axivîn.

PROJEYA TERORÎSTAN LI SÛRIYEYÊ TÊK ÇÛ

Hîndekarê beşa Dîrok û Ramana Siyasî ya Zanîngeha Îskenderiyeyê Dr. Celal Zanatî da xuyakirin, ku ji sala 2011'an dema destpêkirina Şoreşa Sûriyeyê û vir ve hemû komên siyasî û leşkerî ji bo berjewendiyên xwe dest bi şer kirin û di vî warî de mînaka şerê navbera çeteyên Cephet El Nûsra ya ser bi El Qaîdeyê û çeteya DAIŞ'ê, mînak nîşan da.

Zanatî işaret bi girîngiya bajarê Minbicê kir û da zanîn, ku ji ber ev bajar di navbera Reqqa û sînorê Tirkiyeyê de ye, ji bo çeteyên DAIŞ'ê weke navendeke sereke ya lojîstîkî bû.

KURD WÊ BI SERBILINDÊ TEVLÎ CIVÎNÊN NAVNETEWEYÎ YÊN JI BO ÇARESERIYÊ BIBIN

Dr. Zanatî bibîr xist, ku di encama têkoşîneke xurt a Hêzên Sûriyeya Demokratîk de berî çend rojan Minbic tevî sivîlan ji çeteyên DAIŞ'ê hatiye rizgarkirin û destnîşan kir, ev serketina rizgarkirina Minbicê wê bandoreke mezin li rewşa giştî ya Sûriyeyê bike. 

Dr. Zanatî diyar kir, ev yek serketin wê tesîreke erênî li çareseriya siyasî ya Sûriyeyê û bicihbûna projeya Federasyona Demokratîk a Rojava-Bakurê Sûriyeyê bike. Dr. Zanatî anî ziman, encama herî girîng a vê serketinê jî têkçûna terorê li Sûriyeyê ye û destnîşan kir, Kurd wê piştî vê gavê bi rengekî serbilindî tevlî civînên navneteweyî bibin, ji ber ku ew beşek ji çareseriyê ne.

EL DEWLET: MAFÊ KURDAN E ÇARENÛSA XWE BI XWE DIYAR BIKE

Midûrê "Bewabet Al Herekat Al Îslamiye ya ser bi Navenda Lêkolînan a Erebî Adil El Dew jî bal kişand ser destwerdana hêzên derve û anî ziman, ev destwerdanên dewletên navneteweyî yên ji ber berjewendiyan, karê Kurdan hinekî zehmet dike.

El Dew her wiha işaret bi têkiliyên hin dewletên herêmî bi komên Îslamî yên çekdar re kir, ku bi van têkiliyan re dixwazin pêşî li vîna Kurdan bigirin û teqez kir, ku hêz jî rewş li Sûriyeyê tevlîhev e.

'KURD MÎNA ZILAMEKÎ HER KES PÊ BAWER E, LÊ HER KES JI XURTBÛNA WÎ DITIRSE'

El Dew diyar kir, mafê Kurdan e ku çarenûsa xwe bi xwe diyar bikin, lê bal kişand ser xeteriya lihevkirina dewletên herêmî, mîna Tirkiyeyê bi Rûsya û Amerîkayê re, ku ji ber têkiliyên li ser esasê berjewendiyan dikarin li pêşiya Kurdan bibin asteng.

El Dew destnîşan kir, ku azadiya Rojavayê Kurdistanê wê bandorê li hemû parçeyên Kurdistanê bike û anî ziman, Amerîka hê jî di der barê mafên Kurdan de dudil e. El Dew got, "Kurd weke zilamekî ku her kes pê bawer e, lê di heman demê de ji xurtûna wî zilamî ditirse."

EL BELLASÎ: KURD BI XWÎNÊ NEXÇEYA SÛRIYEYÊ XÊZ DIKIN

Helbestvan û Wênexêz Mihsin AL-Bellasî, ku endamê Komîteya Rêveber a Partiya Komunîst a Misirê ye, baweriya xwe bi gelê Kurd anî ziman û got: "Berî hefteyekê di semînerekê de min got ku gelê Kurd yek ji gelên herî wêrek in, ku di dîrokê de hatiye naskirin." Û di dewama axaftina xwe de got: "Kurd mînaka berxwedêrên herî fedekar û wêrek di şerê li hember terorê didin nîşandin, bi taybet berî demekê ji niha bêhtirî 2000 kîlometreçargoşeyî di meha Nîsanê de rizgar kirin."

El Bellasî teqez kir ku piştî rizgarkirina Minbicê wê gelek navçe, dever û bajarên Sûriyeyê bêne rizgarkirin, bi taybet piştî nûçeyên ku fedekarî û wêrekiya şervanên Kurd belav bûn. El Bellasî da xuyakirin, ku ew alîgirê gelê Kurd e ji bo çarenûsa xwe bi xwe diyar bike û destnîşan kir, Kurd bi xwîna xwe nexşeya Sûriyeyê xêz dikin."

KIRAWÊH: EM ALÎGIRÊ DEWLETEKE SÛRIYEYÊ YA NE NAVENDÎ YE

Bazirganekî Misrî Seyid Kirawêh jî got, "Ez bi mêrxasiya Kurdan di dema berxwedana Kobanê de matmayî mam û niha jî bi rizgarkirina Minbicê Kurd hîna bilindin li ber çavên min."

Kirawêh diyar kir, ew alîgirê avakirina dewleteke ne navendî ye li Sûriyeyê  û ragihand, ku divê stratejiyek hebe ku sîstema El Esad û Ba'as bêbandor bibe û komên radîkal ji holê bêne rakirin.