Yasaya ku êrîşê dibe ser vîna gel sibehê diçe Meclîsê

Yasaya tûrik a ku êrîşê dibe ser vîn û destketiyên Kurdan sibehê li Meclîsê wê were guftûgokirin.

Yasaya tûrik a ku wê rastikirinên ji peywirê girtina hevserokê şaredaran, qeyûmên ku werin tayînkirin û derxistina Şirnex û Colemergê ya ji statûya bajêrbûnê jî di xwe de vedihewîne, sibehê li Desteya Giştî ya Meclîsê wê were guftûgokirin. Pêşnûmeya ku hefteya bihurî di Komîsyona Bûdçe û Plana Meclîsê de hatibû qebûlkirin ji 73 xalan pêk tê.

Pêşnûma armanc dike ku dest li ser vîna gel deyne, Colemerg û Şirnex ji bajêrbûnê têne derxistin.

‘EM Ê NAS NEKIN’

Hevserokê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş û yê DBP’ê Sebahat Tûncel îro bi daxuyaniyekê diyar kirin ku ew ê qeyûman nas nekin. Demîrtaş diyar kir ku ew ê hem li parlamentoyê û hem jî li derveyî parlamantoyê bikevine nav berxwedanê û got, gel wê nehêle qeyûm sazkar bibin.

Demîrtaş amaje bi hilbijartina zûwext a rêveberiyên deverî jî kir.