NCDK a Celleyê kongreya xwe pêk anî
Di kongreya NCDK a Celleyê de banga geşkirina berxwedanê hate kirin.
Di kongreya NCDK a Celleyê de banga geşkirina berxwedanê hate kirin.
Li bajarê Celle yê Elmanyayê, kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) hate kirin.
Wekîlê HDP’ê yê Şirnexê Faysal Sariyildiz, Nûnerê NAV-DEM’ê Tahîr Koçer, 65 delege û gelek Kurdistanî tevlî kongreya li Celle ya li Mala Êzîdiyan bûn. Sariyildiz li vir axivî û got, "Komkujiyên dewleta Tirk li Cizîrê, Şirnexê, Nisêbînê, Silopya, Sûr, Kerrboran û li bajarên din ên Kurdistanê pêk anî, barbariya wê em ê qet ji bîr nekin. Li dijî vê em ê têbikoşin."
Koçer jî got, "Em kongreya meclîsa NCDK’ê ya Celle di pêvajoyeke dîrokî û watedar de pêk tînin. Ev pêvajoya dîrokî salvegera Pêngava 15’ê Tebaxê ya bi nav û deng e û salvgera qirkirina Şengalê ye. Dîsa van rojan em kêfxweşiya rizgariya Minbicê dijîn. Tenê bi mezinkirina hêza xwe ya rêxistinî em dikarin bi serkeftina dîrokî û dawî hem azadiya Rêbertiya xwe hem ya gelê xwe pêk bînin."
Li kongreyê piştî ku rapora xebatên salekê hate xwendin, hate dengdan û qebûlkirin.
Li kongreyê 9 komîsyon hatin avakirin, ji bo hevseroktiya meclîsê jî Kejê Geyîkçî û Alûş Kaba hatin hilbijartin.