BI DÎMEN

Hisên Sedo: Divê civaka me kartên hilbijartinê derxin

Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Hisên Sedo da zanîn ku welatiyên Şengalê dikarin heta 23’yê Gulanê li 12 navendan kartên hilbijartinê derxin û got: “Divê civaka me demildest kartên xwe yên hilbijartinê derxînin.”

Li gorî biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê, wê di 11’ê Mijdarê de hilbijartinên Parlamentoya Iraqê were lidarxistin. Li gorî daneyên Komîsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê, heta niha zêdetirî 70 hevpeymanî û partî navê xwe ji bo beşdariyê tomar kirine. Ji bo derxistina kartên dengdanê, li Şengalê jî 12 navend hatine vekirin û pêşwaziya gel dikin.

Cîgirê Hevserokên Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê (MXDŞ) Hisên Sedo derbarê çêkirina kartên hilbijartinê de ji ANF’ê re axivî û got, ji bo civaka Êzidî û gelê Şengalê ya girîng ew e ku kartên xwe yên hilbijartinan çêkin. Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Hisên Sedo anî ziman ku wê li seranserê Iraqê di meha Mijdarê de hilbijartin werin destpêkirin û got: “Heta niha ti guherîn di vê dîrokê de nîne, gelek alî hewl dan hilbijartinan paş bixin lê ev yek ji aliyê komisyona hilbijartinê ve hate redkirin û wê hilbijartin di dema xwe de bên kirin.”

Hisên Sado da zanîn ku li Şengalê welatî dikarin li 12 navendan tevahiya rojên hefteyê kartên xwe çêbikin û ev agahî parve kir: “Her welatiyek ku ji sala 2007 û beriya wê jidayik bûye dikarin kartên xwe yên dengdanê çêbikin. Tişta pêwist ji bo çêkirina kartê (karta nîştimanî, karta mewad) welatiyên ku karta wan a nîştîmanî nebe dikarin bi nasnameya xwe, karta mewad û nasnameya Iraqî yan jî karta nîştecihbûnê karta xwe ya hilbijartinan derxin.’’

ENDAMÊN KOMÎSYONÊ ALÎKARIYA GEL DIKIN

Hisên Sedo destnîşan kir ku welatiyek Şengalî ku karta xwe ya kevin hebe dikarin bi ya nû re biguherin û wiha dom kir: “Kesên bixwazin dikarin cihê xwe yê dengdanê biguherin, dikarin cihê ku lê ne dengê xwe bikar bînin, ne ferz e ku cihê lê ji dayik bûye bi kar bînin. Her wisa di nava gund û komelgehan de jî eger deh welatî werin gel hev, komisyona hilbijartinan dikare bi xwe here gel wan û kartên wan çêbike. Di vê demê de endamên komisyonê bi gel re alîkar in û dixwazin tevahiya kartan di dema xwe de temam bikin.”

LI ŞENGALÊ 12 NAVENDÊN KART DERXISTINÊ HEYE

Hisên Sedo anî ziman ku li seranserê Şengalê bi giştî 12 navendên çêkirina kartên dengdanê hene û ev tişt got: ‘’Ji wan 9 li qiblet û 6 jî li şimal a Şengalê ne. Welatiyên Şengalê dikarin di nava tevahiyê rojên heftiyê de serdana van navendan bikin û kartên xwe çêbikin.’’

Cîgirê Hevserokên MXDŞ’ê Hisên Sedo herî dawî bang li civaka Êzidî ya Şengalê kir ku kartên xwe yên dengdanê çêkin û got: ‘’Ya girîng çêkirina kartên hilbijartinê ye, bila xelkê me û bi taybet ciwanên me yên cara yekemîn deng bidin, di zûtirîn dem de kartên xwe çêkin, di vê merheleyê de ya girîng çêkirina kartên dengdanê ye.”

HETA 23’YÊ GULANÊ DEM HEYE

Hêjayî bibîrxistinê ye ku hilbijartinên Parlementoya Iraqê wê di meha 11’an de wê pêk werin. Heta 11’ê meha Gulanê partiyên siyasî dikarin hevpeyman û tifaqên xwe avabikin û her wisa jî welatiyên Iraqê heta 23’yê Gulanê dikarin kartên xwe yên dengdanê çêbikin.