Operasyonên qirkirina siyasî dewam dikin

Operasyonên qirkirina siyasî li Şirnex û Mersînê dewam kirin. Ji nûçegihanê DÎHA'yê yê li Sêrtê hatiye binçavkirin jî ev 4 roj in agahî nayê girtin.

Operasyonên qirkirina siyasî li Şirnex û Mersînê dewam kirin. Ji nûçegihanê DÎHA'yê yê li Sêrtê hatiye binçavkirin jî ev 4 roj in agahî nayê girtin.

ŞIRNEX

Polîsên dewleta Tirk duh bi şev bi maşînên zirxî avêtin ser gelek malên li navçeyên Cizîr û Hezexê yên Şirnexê û 6 kes binçav kirin. Di serdegirtina li taxa Tûrgût Ozal a li Hezexê de endama Meclîsa Şaredariyê Songul Erdem, endama Meclîsa Giştî ya Bajêr Hîkmet Demîr, Serokê Şaxê MEYA-DER'ê Salih Acar û jinek navê wê nehat zanîn, hatin binçavkirin. Li taxa Nûr a Cizîrê jî endamê HDP'ê Serhat Kuçuk, li taxa Cûdî, hevjîna Hasan Tag ê di berxwedana li Cizîrê de jiyana xwe ji dest da Hamdiye Tag hatin binçavkirin.

SÊRT

Li Sêrtê, ji nûçegihanê DÎHA'yê Engîn Eren ê di 13'ê Tebaxê de hat binçavkirin û ew birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Sêrtê, hê ti agahî nayê girtin. Ev çar roj in Eren di binê çavan de ye û destûr nayê dayîn parêzerê xwe bibîne.

MERSÎN

Li Mersînê, şevê din saet di 23:00 de polîsên Tirk bi ser gelek malên endam û rêveberên Partiya Şoreşgerên Yekbûyî de girtin. Polîsan di serdegirtina malan de 13 endam û rêveberên Partiya Şoreşger a Yekbûyî binçav kirin. Kesên hatin binçavkirin wiha ne: Serkan Kaya, Ezgî Harbelîoglû, Dîrenç Tûna, Samî Gozen, Josef Gozen, Bejna Guney, Devrîm Avci, Mehmet Yeray, Duzgun Okûtan, Halîl Kahraman, Huseyîn Emre Genîş, Dîlan Ozer û Mîhrîban Altûn. 13 kesên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Mersînê. Sedema binçavkirinê nehat zanîn.