Ozel û Erdogan fermana komkujiya li Roboskî dan

Fermana êrîşa hewayî ya li Roboskî ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî yê wê demê Necdet Ozel ve hat dayîn. Erdogan jî heman piştî komkujiyê Ozel pîroz kiribû. Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay jî gotibû 'Eger neçûbûna wir, nedimirin'."

Derket holê, fermana êrîşa hewayî ya li Roboskî ku 34 gundiyan lê jiyana xwe ji dest dan, ji aliyê Serokê Fermandariya Giştî yê berê Necdet Ozel ve hatiye dayîn. Roja ku biryar hat dayîn, civîna MGK'ê dihat lidarxistin. Tê gotin, Ozel berî biryara bomberdûmanê bide bi Erdogan jî şêwiriye.

Li gorî nûçeya rojnameya Cûmhûriyetê, agahî û belgeyên hiqûqî yên têkildarî komkujiya Roboskî derketin holê, berpirsyaran bi rengekî zelal eşkere dikin. Lê belê tevî vê yekê jî dosya hat girtin. Dadgeha Destûra Bingehîn jî bi hinceteke biçûk a ûsilê dosya red kir. Bi vî awayî hemû rêyên hiqûqî yên navxweyî hatin girtin.

Di biryara 'neşopandinê' ya Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Fermandariya Giştî de, Fermandarê Tumena Sînor a Jendermeyan Tumgeneral Îlhan Boluk, Fermandarê Baskê Artêşê yê Asayîşa Jendermeyan Korgeneral Yildirim Guvenç, Serokê Îstîxbarta Fermandariya Artêşa Duyemîn Serheng Aygun, Serokê Erkana Tevgerê ya Artêşa Duyemîn Tûggeneral Halîl Erkek û Serokê Daîreya Nirxandin û Analîza Îstîxbaratê ya Duyemîn Tûggeneral Alî Riza Kûgû weke gumanbar hatin destnîşankirin.

Li gorî belgeyên li dosya lêpirsîna Roboskî, tevî ku efseran hişyariya 'ev qaçaxçî ne' dan jî, bi vî rengî biryara bomerdûmanê hat dayîn: "Seroke Îstîxbarata Fermandariya Giştî ya demê Orgeneral Yaşar Guler, çû Navenda Şopandina Dîmenan û li dîmenan temaşe kir. Tûggeneral Kûgû ji Guler re xebatên dawî yên li herêmê û terorîst nirxand, agahî da ku daxwaza topbarana li derveyî sînor hatiye qebûlkirin. Serheng Serdar Eren ê di bin fermana Serokatiya Îstîxbarata Fermandariya Giştî de ye, Midûrê Şaxê Nirxandin û Analîza Hedefê Serheng Zorlû Topaloglû, Tûggeneral Alî Riza Kûgû, Tumgeneral Sati Bahadir Kose û Orgeneral Yaşar Guler li ser rê û rêbazên operasyonekê, hevdîtin kirin."

KOSE KU YEK JI VAN 5 KESAN E HAT GIRTIN

Tumgeneral Sati Bahadir Kose ku di nava gumanbarên li dosyayê cih nedigirtin, lê yek ji 5 kesên tevlî civîna krîtîk a li Fermandariya Giştî ya li ser dayîna biryara operasyona hewayî bû, di 15'ê Tîrmehê de Serokê Tevgerê yê Fermandariya Giştî bû. Li gorî belgeyên di lêpirsîna 15'ê Tebaxê de derketin holê, eger darbe pêk bihata wê Kose bibûya Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê. Kose yê ji Artêşa Tirk hat avêtin, hat girtin.

Di vê civînê de biryara "Bêyî zerarê bibîne, ji bo bêbandorkirina PKK'yiyan tevgera hewayî bê lidarxistin" hat dayîn. Guler ji bo vê biryarê pêşkêş bike çû meqama Serokê 2. ê Fermandariya Giştî Hûlûsî Akar. Akar ji bo êrîşa hewayî erê bike, bi rêya telefonê xwe gihand Serokê Fermandariya Giştî Ozel ku ji ber civîna MGK'ê ne li biryargehê bû. Di doznameyê de nehat eşkerekirin ku Ozel di vê civîna MGK'ê de li ser mijarê agahî daye Serokkomar Abdullah Gul û Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan an na. Lê belê tê texmînkirin, ku mijar ketiye rojevê û di vî warî de nêrîn hatine bilêvkirin.

Orgeneral Ozel di vê axaftina bi rêya telefonê de xwest, agahî ji ofîsa wî ya xebatê bê şandin. Ozel ev nexşe lêkolîn kir û operasyona hewayî erê kir. Piştre saet di 21:39'an de êrîşa destpêkê ya hewayî li hemberî koma li ser sînor hat kirin. Bomberdûmanê heta saet 22:24'an dewam kir. Di encama vê êrîşa hewayî de 34 gundiyên ji Roboskî hatin qetilkirin.

ERDOGAN, OZEL PÎROZ KIRIBÛ

Heman piştî komkujiyê Serokwezîrê wê demê Erdogan, xwedî li komkujiyê derketibû û di civîna destpêkê ya koma xwe de gotibû, "Tevî medyayê jî, ez Serokê me yê Fermandariya Giştî pîroz dikim." Alîkarê Serokwezîr ê wê demê Beşîr Atalay ê çû Roboskî gotibû, "Eger 35 kes ne li wir bûna, wê nemiribûna." Bi vî rengî ew jî xwedî li komkujiyê derketibû.