YPG’ê bi daxuyaniyekî nivîskî ragihand ku di encama êrîşa berfireh a çeteyan de çeteyek bi saxî hate girtin û doşka 23,5mm û tevî 237 guleyên wê, doşka 12.5mm, 2 hewan, çeka BKC û li gel 550 gule û 2 zincîrên wê, çeka B7 û guleyekî wê, 6 keleş li gel 1340 gule û 32 jêrjor, 4 rext, bêtêlek, 10 bombeyên destan û motorsklêtekî çetayn hate desteserkirin.
YPG’ê wiha anî ziman: “14’ê Tebaxê saet 05.00’an de çeteyên DAIŞê li dijî herêma başûrê gundê Til Lebhah a ku dikeve 42km rojavayê bakur a gundê Mekmen a giredayî Şedadê êrîşekî berfireh lidarxistin.
Çeteyan li vê herême gelek çeperên hêzên me hedef girtin. Piştî êrîşê di navbera hêzên me û komên çeteyan de şerên dijwar rû da. Ev şer, bê navber heta saet 10.30’an berdewam kir. Di encama şer de gelek kuştî û birîndarên çeteyan çebûn û êrîş hat şikandin.”
GELEK CEBILXANE HATIN DESTESERKIRIN
YPG’ê destnîşan kirk di encama lêgerîna hêzên wan a li qadên de, çetek bi saxî hate girtin. Dîsa doşka 23,5mm û tevî 237 guleyên wê, doşka 12.5mm, 2 hewan, çeka BKC û li gel 550 gule û 2 zincîrên wê, çeka B7 û guleyekî wê, 6 keleş li gel 1340 gule û 32 jêrjor, 4 rext, bêtêlek, 10 bombeyên destan û motorsklêtekî çetayan hate desteserkirin.
ŞERVANEKÎ ERKA XWE PARASTINÊ JIYANA XWE JI DEST DA
Di şerên li hember çeteyên DAIŞ’ê de yê ku şikandina şervanek ya Erka Xwe Parastinê bi lehengî şer kir û jiyana xwe ji dest da.